Navenda Çand û Hunera Helebê kuştina Bariş Çakan şermezar kir 2020-06-03 15:33:57   HELEB - Navenda  Çand û Hunerê ya Bajarê Helebê kuştina ciwanê kurd Bariş Çakan yê ku ji aliyê hin kesên ku girêdayî dewleta tirk ve hatiye qetilkirin bi daxuyaniyekê şermezar kir û got: ”Divê kesên ku Bariş  qetil kirine bên cezakirin.”    Herî dawî li paytexta tirkiyeyê Enqereyê dema ku ciwanê kurd Bariş Çakan yê 20 salî li stranên kurdî guhdar dikir hat kuştin. Li dijî vê yekê Navenda  Çand û Huner a Cemîlê Horo li Bajarê Helebê ev kiryar  bi daxuyaniyekê şermezar kir. Daxuyanî li pêşiya navenda çand û hunerê bi tevlîbûna hemû endamên çand û hunerê hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Endama Çand û Hunerê Cenvan Heskila ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   “Dewleta tirk ji mijandina xwîna kurdan têr nabe. Bariş Çakan xortekî kurd e  bi temenê xwe 20 salî ye ji aliyê netewperestên tirk ve hat qetilkirin.  Tevî siyaseta  dewleta tirk jî, lê xortên me hîn zêdetir bi çand û hunera  xwe ya kurdî  ve tên girêdan. Lê dewleta tirk vî tiştî qebûl nake ji ber hişmendiya wê ya netewperest vê yekê dixwaze. Divê kesên ku  Bariş wiha qetil kirin bên cezakirin.   Dewleta tirk li her devereke ku dagir kiriye kiryarên herî qirêj bi ser mirov, jin û zarokên me dide meşandin. Bi riya van siyaseta xwe yê qirêj dixwaze çanda me tune bike. Mirov dibîne ku hişmendiya dewleta tirk ya li dijî  kurdan armanca xwe ew e  ku îradeya kurd bişkîne û wan ji çanda wan  dûr bixe.    Kiryarên tirkiyeyê her roj zêdetir dibe ji dest avêtina li ser gorên pekrewanên me, her wiha li Efrînê jinên me direvînin û di girtîgehan de îşkence dikin, di hemê de li Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê agir bi zeviyên xelkê dixin û keda wan dişewitînin.    Em  bang li hemû rêxistinên mafan yên cîhanê dikin ku ji bêdengiya xwe derbikevin, çavên xwe li siyaseta tirkiyeyê vekin û helwestên xwe bidin nîşandan. Dîroka  Gelê Kurd gelek kevnar e xwedî çandeke bi nirx e. Em hemû bi hev re çanda xwe biparêzin.”