Tevgera Kevana Zêrîn qetilkirina Bariş Çakan şermezar kir 2020-06-03 13:07:06   ŞEHBA - Tevgera Kevana Zêrîn a Herêma Efrînê qetilkirina ciwanê kurd Bariş Çakan ê ku li Enqereyê  ji ber ku strana kurdî gotiye hate kuştin  bi daxuyaniyekê  şermezar kir.   Li paytexta Enqereyê ya Tirkiyeyê Bariş Çakan ji ber strana Kurdî got hat qetilkirin. Têkildarî bûyerê Tevgera Kevana Zêrîn a Herêma Efrînê helwestên xwe li hember vê bûyerê nîşan da û bi daxuyaniyekê şermezar kir.  Daxuyanî li Kampa Serdemê ya koçberên Efrînê bi beşdarbûna hemû endam û rêveberên Kevana Zêrîn hat dayin. Daxuyanî  ji aliyê Rêveberiya Kevana Zêrîn Ronahî Şêxo ve hate xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   "Di dîroka 1'ê Hezîrana 2020'an de li paytexta dewleta tirk a dagirker Enqereyê ciwanê kurd yê bi navê Bariş Çakan ji ber ku  stranên kurdî gotiye ji aliyê çeteyên faşîst ên dewleta tirk ve bi awayekî hovane hate qetilkirin. Bê guman ev ne cara yekem e ku dewleta tirk ciwanên kurd qetil dikin, lê vê carê bi mebesta hedefgirtina ziman, çand û hebûna kurd ev kiryar pêk anîn.    Li aliyekî din jî tevî nexweşiya Vîrûsa Koronayê, girtin û qetilkirina li ser kurdan nehatiye rawestandin. Bûyera ku li paytexta faşîzmê li Enqereyê rû da, ne ji rêza ehlaqê ye. Gelê kurd ji bo axaftina bi zimanê xwe  ji aliyê hêzên desthilatdar ve tên qetilkirin. Hebûna kurdan di tunekirina xwe de dibînin û bi wan re weke tirsekê ji kurdan çêdibe. Li herêmên dagirkirî  kiryarên dûrî hemû rêzên ehlaqî ji aliyê dewleta tirk de tên kirin û li parçeyên din yên Kurdistanê heman kiryar ser mirovên kurd tên meşandin.     Em weke Tevgera Kevana Zêrîn a Herêma Efrînê banga me ji hemû rêxistinên mirovî û cîhanî re heye  ku li hember vê zilmê  bê deng nebin. Çanda me, axa me, stran û awaza me hebûna me ye. "   Daxuyanî bi dirûşma " Şehîd namirin", "Jin jiyana azadî" bi dawî bû.