Wezîr şîdeta li hember jinê bi hejmaran manîpule dike 2020-06-03 09:07:00   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Jinan li dijî îdiayên wezareta karê hundir a di pêvajoya pandemiyê de kuştinên jinan kêm bûne, bertek nîşan dan û gotin wezaret daneyan manîpule dike û gelo wezaret kuştinên jinan çawa pênase dike.   Li gorî daxuyaniaya wezareta karê hundir îsal di 4 mehên ewil de kuştinên jinan li gorî heman dema sala borî ji sedî 36 ketiye. Wezaretê got ‘îsal di navbera 1’ê Çile -10’ê Adarê de 45 hezar û 798 bûyerên şîdeta li ser jinan pêk hatiye, 48 jinî jiyana xwe ji dest dane û di navbera 11’ê Adar û 20’ê Gulanê de jî 33 jinî jiyana xwe ji dest dane. Lê li gorî daneyên Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) jî di navbera 11’ê Adar û 20’ê Gulanê de 52 jin hatine qetilkirin.   Ji KCDP’ê Hîlal Susuz diyar kir ku dewletê di pêvajoya pandemiyê de li dijî şîdeta li ser jinan pakêtek amade nekiriye û got: “ Dibêje ku di navbera 11’ê Adar û 20’ê Gulanê de 42 hezar û 693 jin rastî şîdetê hatine. Gelo der barê vê de hûn çi dikin? Dibêjin 33 jin hatine qetilkirin. Li gorî çi 33 jin? Li gorî daneneyên me 52 jin hatine qetilkirin. Gelo wezaret van kuştinan çawa pênase dike? Divê wezaret van aşkere bike. Dema ev dane neyên aşkerekirin, gotina kêmbûn heye tê wateya pêşîgirtina Peymana Stenbol û qanûna hejmara 6284'an.”   ‘Mirinên biguman nayên dîtin’   Hîlalê daxuyakirin ku di raporên tên amadekirin de, jin herî zêde li malên xwe tên qetikirin û di pêvajoya pandemiyê de ku jin nikaribûn biçin nexweşxaneyê û bi gumanbarên xwedî potansiyel re li malê mane û wiha pê de çû: “Diçin saziyên têkildar ji derî tên vegerandin. Wezaret li şûna bêje rêje kêm bûye divê daneyan aşkere bike û bêje ku çawa dane tên girtin. Wezaret mirinên bi guman nabîne. Nayê zanîn kê kuştine. Divê wezaretê ewil pakêteke pêşîgirtinê aşkere bikira.”   ‘Gelo jinên penaber di daneyan de hene’   Hîlalê her wiha bi lêv kir ku li hember daneyên wezaretê, wan daneyên xwe aşkere kirine û got: “Ne ku wezaretê tespît nekiriye, ya girîng ev e ku li gorî çi tespît dikin. Nasname çi dibe bila bibe, em keçeke ku ji aliyê bavê xwe tê qetilkirin jî tevlî van daneyan dikin. Mînak li vî welatî jinên penaber tên qetilkirin. Gelo hûn wan tevlî nakin? Ev hemû mijar in.”   ‘Divê dewlet qanûnên lezgîn yên taybet derxîne’   Hîlalê destnîşan kir ku kuştinên jinan ji hemû aliyên civakê ve rastî bertekê tên û got divê dewlet Peymana Stenbolê pêk bîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hêzên ewlehiyê, ger ku xetereya jiyana jinê hebe divê pêk bînin. Divê kuştinên jinan ji me re bibe dert. Beriya her tiştî ger ku jin ji her cureyê krîzê bi bandor bibin divê dewlet demildest pakêtên lezgîn yên taybet derxîne.”   ‘Her roj jin tên qetilkirin’   Ji Meclîsa Jinan a Sosyalîst Dîdar Gul jî , Zeynep Şenpinar û Gulnur Kocabaş yên hefteya borî hatin qetilkirin bi bîr xist û got: “Hema hema her roj jin tên qetilkirin. Gotina ‘kuştinên jinan kêm bûne’ me îqna nake. Em bi desthilatdariyeke wisa re hatine rû hev. Em dizanin ku jin her roj tên qetilkirin. Yekane riya pêşîgirtina qetikirina jinê, bi cîhaneke azad ya em dixwazin biafirînin pêkan e. Em ê li dijî vê şîdeta heta dawî têbikoşin.”   Ji Piştevaniya Mor Senem Boyar jî destnîşan kir ku gelek jin neçar dimînin bi tecawizkarên xwe re bizewicin û şîdetê dibînin hene û wiha dawî lê anî: “Jin herî zêde ji kesên nêzî xwe ve şîdetê dibînin. Di pevajoya pandemiyê de mixabin bi xizmên xwe yên şîdetê pêk tînin re jiyan. Di pêvajoya pandemiyê de jinan nikaribû xwe bigihînin saziyan. Li gorî min ev daxuyanî tenê ji bo hewldana guherîna nêrînan e.”   Seroka Komeleya Jinan a Bornovayê Zeynep Reyşan jî wiha got: “Pêvajoya pandemiyê herî zêde bandor li jinan kir. Ji ber pisgirêka aborî dîsa ji bo jinan li malê jiyan tunebû. Jinan nikaribû serî li saziyan bidin. Gelek jinan di telefonê de derdên xwe ji hevalên xwe re gotin.Jinan ji saziyên alîkarî mixabin negirt.”