'Êrîşên li hemberî ziman nayê qebûlkirin' 2020-06-02 16:23:38   AMED - Bi îmzeya 45 rêxistinên civakî yên sivîl, şexsiyet, weşanxane û şanoyan kuştina Bariş Çakan û hilweşandina Pirtûkxaneya Celadet Alî Bedîrxan hat şermezarkirin. Di daxuyaniya saziyan de hat gotin êrişên li dijî zimanê kurdî di encama zimanê nijadperest de pêk tên û êdî gelê kurd van êrişan qebûl nake.   Bi pêşengiya Tora Ziman û Çanda Kurdî, 45 sazî, şano, nivîskar, hunermend, weşanxane û rêxistinên civakî yên sivîl têkildarê Bariş Çakan ê li Enqereyê hat kuştin, hilweşandina Pirtûkxaneya Celadet Alî Bedîrxan a li Sêrtê û êrîşên li ser zimanê kurdî daxuyaniyek nivîskî belav kirin. Di daxuyaniyê de êriş û nijadperestiya li dijî ziman û çanda kurdî hat şermezarkirin û hat gotin dê êdî Gelê Kurd û raya giştî êrişên li dijî zimanê kurdî qebûl neke.   Daxuyaniya bi îmzeya 45 saziyan hat amadekirin û belavkirin wiha ye: “Ji ber polîtîkayên krîmînalîzekirina zimanê kurdî û bêcezamana êrîşên li hember kurdan, her roj êrîş li ser kurd û zimanê kurdî çêdibin.   Roj nîn e ku kurd û zimanê kurdî neyê hedefgirtin. Hê berî niha bi du rojan Pirtûkxaneya Celadet Alî Bedirxan bi destê qeyûm hate hilweşandin. Piştî danîna qeyûman, yekemîn karê qeyûman ew bû ku tabelayên kurdî ji şaredariyên kurdan daxin, kurdî ji malperên şaredarîyan rakin û pirtûkxaneyên kurdî xirab bikin û bi her minasebetê êrîşî kurdî bikin.   Hê berî niha bi çend mehan li Çanakkaleyê Ekrem Yaşliyê 70 salî ji ber ku bi zimanê dayika xwe, bi kurdî axivîbû rastî êrîşê hatibû û di serê xwe da birîndar bûbû. Lê belê di êrîşa Sakaryayê de Şîrîn Tosûnê 19 salî jîyana xwe ji dest dabû. Mixabin li her du kiryarên van êrîşên nijadperest jî cezaya pêwîst nehate birîn. Ji ber vê yekê jî îro ev êrîş berdewam dikin û wisa dîyar e ku di siberojê de jî dê berdewam bikin.   Duh jî ciwanekî kurd ê bi navê Bariş Çakan li Enqereyê hat kuştin. Sedema vê kuştinê her çi dibe bila bibe, bertekên ku li hember vê kuştinê derketine nîşanî me didin ku êdî Gelê kurd û raya giştî ya demokratîk êrîşeke din a nijadpereset li hember Gelê Kurd û zimanê kurdî qebûl nake û dê qebûl neke. Kiryarên êrîşên nijadperest her kî dibin bila bibin, gelê kurd û raya giştî wek berpirsîyar wan polîtîkayên nefretkar û cudakariyê dibîne ku bi awayekî sîstematîk li hember Gelê Kurd û zimanê kurdî tên meşandin. Êrîşên li ser kurd û zimanê kurdî motîvasyon û cesareta xwe ji van polîtîkayan digirin.   Ji ber wê êrîşa ku li Enqereyê qewimî û bû sedema mirina Bariş Çakan em gelek xemgîn in. Em serxweşiyê ji bo malbata Bariş Çakan dixwazin û xwe wek hevxem û hevderdê malbatê dibînin.   Rêya ji bo pêşîgirtina li êrîşên bi vî rengî ew e ku êrîşa li Enqereyê jî tê de hemû êrîşên bi vî rengî ku bê ceza mane der heqê wan de lêpirsîneke karîger bê çêkirin û dawî li polîtîkayên nefret û cudakarîyê bê anîn.”   Navên saziyên daxuyanî îmze kirine wiha ne:   Platforma Şaxan a KESK’a Amedê, Civata Çand û Hunerê ya Amîdart, Komeleya Çand û Ziman a Avesta, Kargeha Hunerê ya Aryen, Navenda Çand û Hunerê ya Biharê, Beksav, Platforma Chalak Events, Kargeha Hunerê ya Dengê Meyman, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle, Nûnertiya DÎSK’ê ya Herêmê, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê (Komeleya Lêkolînên Kurdî), Navenda Çandê ya Golge, Koma Bajar, Komeleya Berî Her Tiştî Zarok, Komeleya Ferat ji bo Lêkolînên Çand û Ziman, Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê, Komeleya Wêjekarên Kurd, Ma Music, Hunermend Mîkaîl Aslan, Navenda Çanda Mezopotamyayê, Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê, Şanoya Seyr-î Mesel, Şanoya Bajêr a Amedê, Şanoya Mencel, Şanoya Tov, Şanoya Şa Performans, Şanoya Yekta Hêvî, Şanoya Şermola Performans, Teatra Nûpelda, Teatra Jiyana Nû, Şanoya Rituel, ÎKK’a TMMOB’a Amedê, Tora Ziman û Çanda Kurdî, Weşanên Ar, Weşanên Aram, Weşanên Aryen, Weşanên Azad, Weşanên J&J, Weşanên Kurdistan, Weşanên M, Weşanên Sîtav, Weşanên Tevn û Navenda Çand û Hunerê ya Za.”