Dozgîn Temo nehat tehliyekirin: Rûniştin taloqî 28'ê mehê hat kirin 2020-06-02 15:59:38   RIHA - Yekemîn rûniştina Dozgîn Temo ya ku di 21'ê Cotmeha 2019'an de li Eyn Îsayê hatibû binçavkirin, hat dîtin. Dadgehê bi hinceta "Sûcên katalog" biryara berdewamiya girtinê da.    Yekemîn daneşîna doza ku derbarê Dozgîn Temo yê dema operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatibû girtin de hatibû vekirin, hat dîtin. Temo nehat berdan.   Tirkiyeyê, di meha cotmehê ya 2019’an de bi Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) ku ji hêzên paramîlîter pêk tê re êrîşê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê kiribû. Di berdewamiya operasyonê de hêzên Tirkiyeyê û komên paramîlîter, di 21’ê cotmehê de li gundê Mişrefa yê Eyn Îsayê Dozgîn Temo (Çîçek Kobanê) dîl girtibûn. Piştre Dozgîn  anibûn Tirkiyeyê û ew girtibûn.   Dozgînê parastina xwe kir   Yekemîn daneşîna doza ku derbarê Dozgîn  de hatibû vekirin, li 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Rihayê hat dîtin. Dozgîn, li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê ji bo daneşînê hat amadekirin. Rûniştinê bi xwendina doznameyê ya dozger dest pê kir. Piştre bi navbeynkariya werger Dozgîn  bi kurdî îfade da û diyar kir ku bi dilê xwe tevlî hêza bi rêxistina li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye, çek bi kar neaniye û di xebatên mirovî de cih girtiye.   Parêzer xwest kesên Dozgînê binçav kirine bên diyarkirin   Parêzera Dozgîn, Hîdayet Enmek jî diyar kir ku doznameyê negirtine, piştî ku doznameyê bigirin wê parastinê bikin. Hîdayet, pirsa kesên ku muwekîla wê girtine kî ne kir û ev tişt got: “Di dosyayê de ev cih nagirin. Ji OSO’yê kî muwekîla me girtiye ne diyar e. Dîsa ne diyar e ku muwekîla me çawa birîndar bûye. Vê derbarê agahî belgename tune ne. Bi vî rengî dosya kêm e. Em daxwaz dikin ku serî li îfadeyên kesên ku muwekîla me binçavkirina bê dayîn.”   Rûniştin hat taloqkirin   Dadgehê, piştî navbereke kurt daxwazan red kir û bi hinceta ku sûcdariya li  Dozgîn sûcê katalogî ye biryara berdewama girtina wê da û rûniştin taloqî 28’ê tîrmehê kir.