'Em ê lî dîjî qîrkîrîna jînan têkoşîna xwe bilind bikin' 2020-06-02 15:46:38   AGIRÎ - Parlamenetera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, diyar kir ku di meha dawîn de li bajêr 3 jin bi awayekî bigûman hatine qetilkirin û wiha got: "Em jinên kurd em ê li dijî înkar, bişaftin û qirkirina jinan têkoşîna xwe mezin bikin."   Meclisa Jinan a Partiya Demikratîk a Gelan (HDP) bi daxuyaniyekê bertek nîşanî êrîşên demên dawîn ên li ser jinan û qetilkirina jinan di demên dawîn de da. Di daxuyaniya li ber avahiya HDP'ê ya bajêr hat dayîn de parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Hevşaredara Panosê Muşerref Geçer û  Hevşaredara Diyadînê Betul Yaşar amade bûn. Dî daxuyaniyê de pankarata bi diruşma "Qetilkirina jinan polîtîk e" hat vekirin û wêneyên jinên hatin qetilkirin hatin hilgirtin.    'qetilkirina jinan zêde bû'   Parlamenter Dîlan Dîrayet ku di daxuyaniyê de axivî diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de qirkirina jinan zêde bûye, anî zîman ku gelek jin di bin navê 'întîkar kirine'  de hatine qetilkirin û got ku li Agiriyê dî nava mehekê de 3 jin bi heman awayî hatine qetilkirin. Dîrayetê wiha berdewam kir: "Dî serdema pandemiyê de banga 'li mal bimîne' hat kirin; lê me bi caran got ku mal ji bo jinan xeter in. Li gel vê banga me îqtîdara AKP'ê êrîşî saziyên jinan kir. Jinên têkoşer binçav kirin û kirin girtîgehan.  Em ê têkoşîna xwe ya li dijî bişaftin  û qirkirina jinan bidomînin."   Dîrayetê bal kişand ser qetilkirina ciwanên kurd ku ji ber stranên kurdî guhdar dikin jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê li dijî van polîtîkayên qirker li zimanê xwe xwedî derkevin û li hemû qdan biparêzin. Pêşengtiya vê jî wê Meclisa Jinan a HDP'ê û TJA bike."