Daxuyaniya HDP'ê ya ji bo Bariş Çakar hat astengkirin 2020-06-02 13:45:20   AMED - Rêxistinên HDP'ê ya Amedê xwest di têkildarê kuştina Bariş Çakar de daxuyaniyek bide lê ji hêla polîsan ve daxuyanî hat astengkirin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê xwest têkildarê M.E.C yê ku ji aliyê polîsan ve bi îşkenceyê re rûbirû hatiye û Bariş Çakan ê ku li Enqerê hatî kuştin li ber avahiya partiyê HDP'ê ya Rêzanê daxuyaniyek bide. Hevseroka HDP'ê ya bajêr Hulya Alokmen Uyanik, Zeyat Ceylan, parlamenterên HDP'ê Dêrsîm Dag, Musa Farîsogullari, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Lê daxuyaniya dihat xwestin li dervê bê dayîn ji hêla polîsan ve hat astenkirin.    Girseya ku ji hêla polîsan ve hatî astengkirin bertekên xwe bi dirûşmeyan û çepîkan anîn ziman. Dirûşmeyên wekî "Bariş Çakar û Kemal Korkut li vir " û "Zimanê me hebûna me ye" bezkirin. Endamên Meclîsa Ciwanan jî bi dowîzên wekî "Ne sekine têbikoşe", "Îşkence sûcê mirovahiye ye", "Te hem jî dilê xwe û hem jî zimanê xwe darbê xwar" hatin vekirin.    Rêxistina HDP'ê jî li dijî astengiya polîsan diyar kir ku dê li hindûr daxuyaniyê nedin.