Eren Keskîn: Nîjadperestiya di nav me de nayê nîqaşkirin 2020-06-02 09:14:25   STENBOL - Ciwanê Kurd Bariş Çakan li Enqereyê hat qetilkirin û der barê mijarê de Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn axivî û got: “Mixabin nîjadperestiya nav me qet nayê nîqaşkirin. Ji ber vê jî li Amerîkayê bi sedhezaran kesên daketin kolanan ji bo min gelek watedar e.   Li navçeya Etîmesgut a Enqereyê li taxa Alsancakê di 31’ê gulanê de ciwanê Kurd Bariş Çakan, di êrîşa nîjadperest de hat qetilkirin. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan Eren Keskîn derbarê mijarê de nirxandin kir û diyar kir ku wê ÎHD dozê bişopîne.   Erenê her wiha bi lêv kir ku ji zarokatiyê de nîjadperestî û netewperestî bi awayekî fermî li mirovan tê ferzkirin û li erdnîgariyek wisa em dijîn û wiha berdewam kir: “Me di temenê biçûk de nîjadperestî nas kiriye mixabin. Em li erdnîgariyek wisa dijîn. Gelek mirovên ku îdeolojiya fermî bixwe re ava kiriye, nîjadperestiya li cihê din dimîne. Lê mixabin nîjadperestiya li erdnîgariya xwe nabînin. Îro ji ber cînayeta nîjadperest ya li Amerîkayê hemû cîhan gotina ‘em nikarin bîhna xwe bigirin’ diqîrin. Li gorî min ev gotin rewşa em têde ne baş vedibêje. Piştî êrîşa nîjadperest ya polîs a li DYA’yê şûnde li Tirkiyeyê cînayeta nîjadperest pêk hat.”   ‘Tenê bi nîjadperestiya li Amerîkayê re eleqeder dibin’   Erenê di nirxandina xwe de balkişand ser gorên komî yên li Mêrdînê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî vê, mirovên li erdnîgariya me dijîn, bi bûyera li Amerîkayê re eleqeder dibin û bi ernîgariya xwe re eleqeder nabin. Ev bi rastî tiştekî bi xof e. Bi rastî ez jî dixwazim biqîrim û bêjim ‘nikarim bîhna xwe bigiri’m. Îro ciwanê Kurd yê muzîka Kurdî guhdar dikir hat kuştin. Sibê rûniştina Şîrîn Tosun ku ji wesayîteke plakaya Amedê re destê xwe rakiribû hat qetikirin heye. Rûniştina van mirovan nayê şopandin jî. Ji ber vê jî divê em ewil balê bikşînin nîjadperestiya nav xwe.”   Erenê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ew li erdnîgariya qirkirinê dijîn û wiha berdewam kir: “Mixabin nîjadperestiya nav me qet nayê nîqaşkirin. Ji ber vê li Amerîkayê daketina serdhezaran kesî ya kolanê gelek watedare. Îdeolojiyeke fermî ya ku tenê Tirk û Muslimantiya Sunnî esas digire heye. Ev îdeolojiya fermî hemû civakê diyar dike. Ji bilî xwe kesî qebûl nakin. Wek dijmin dibînin. Mirov êrîşê goran dikin. Di televîzyonan de mirov bangên kuştinê dikin û tu tişt bi van kesan nayê.”