‘Deng bidin dengê zindanan’ 2020-06-02 09:09:05   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Girtiya bi navê Merve Aydogan bi du hevalên xwe re li girtîgeha Bunyanê di bin karantînayê de ye û pirsgirêk di çavên wê de çêbûye, Xwişka wê Şukran Aydogan,da zanîn ku divê her kes bibe dengê girtîgehan û divê cudahiyê nekin navbera sûc û mirovan wek mirov bibînin.   Li girtîgeha Bunyan a Jinan Merve Aydogan, Nazli Solgun û Rojda Tokçu di 22’ê Nîsanê de kirin karantînayê. Merve Aydogan nexweşxa Çolyakê ye û tevî nîşaneyên vîrusê dermankirinek pêwist nehat kirin û sê girtî li revîrê bi ferzkirina dermankirina bi kelepçe re rû bi rû man û beyî dermankirin ew xistibûn koxuşa karantînayê. Xwişka Merveyê, Şukran Aydogan wiha got: “Di pêvajoya koronayê de gelek tişt guherî, gelek tişt hatin kirin. Lê li girtîgehan tu tişt nehat kirin. Xwişka min di çavên wê de pirsgirêk heye û çavên wê nabînin. Divê xuşka min bê tahiliyekirin.”   ‘Nabin nexweşxanê’   Şukranê wiha got: “Bi du hevalên wê re jî nîşaneyên koronayê hebûn. Ewil bi xwişka min re jî hebû. Test hatin kirin. Bersiv neda dermankirinê. Jinek di şevekê kor dibe. Li ser vê tiştek nayê kirin. Nabin nexweşxaneyê. Hefteyek şûnde dibin revîrê û derman didinê. Dermanên tên dayîn jî fêde nake. Piştre dibin nexweşxaneya girtîgehê.”   ‘Bila daxwazên wan bên qebûlkirin’   Şukranê destnîşan kir ku mijar heta meclîsê çûye lê tu pêngav nehatiye avêtin û wiha berdewam kir: “Ji ber birin nexweşxana girtîgehê xistin bin karantînayê. Tu test nayê kirin. Gotin ku wezareta dadê gotiye testê nekin. Teşhîsa wek ‘vertîgo’ danîn. Em nikarin bêjin teşîs nehatiye kirin.bila demildest daxwazên girtiyan bên cih. Di pêvajoya karantînayê de her tişt guherî lê li girtîgeha tu tişt nehat guhertin. Em zêde tiştekî naxwazin. Em dixwazin ku bila sûc ji hev cuda nekin û wek mirovan nêzî mirovan bibin.”   Şukranê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku malbat di vê pêvajoyê de mexdur bûne û got: “Divê mafê jiyanê yê hemû mirovan bê parastin. Bila deng bidin dengê zindanan, daxwazên girtiyan bînin cih. Bila ji bo vê jî hemû saziyên civaka sivîl dengê me bibîhîze.”