‘Em ê di her şertî de xwedî li saziyên jinan derkevin’ 2020-06-02 09:08:19   Şehrîban Aslan   AMED - Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz ya ku qeyûm tayînê şûna wê bû, diyar kir ku hedefa yekem a qeyûman xebatên jinan e û got: “Destkeftiyên jinan wisa hêsan nehatin bidestixin. Em jî wisa hêsan dest jê bernadin. Em ê xwedî li saziyên jinan ku me bi bedelên mezin girtine, derkevin.”   Ji bo 8 şaredariyên HDP’ê di 23’ê Adarê de qeyûm hat tayînkirin. Yek ji van şaredariyan jî ya Êlihê bû. Waliyê Êlihê Hulusî Şahîn wek qeyûm hat tayînkirin û îcrata wan a ewil jî bû êrîşên li sersaziyên jinan. Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz ku qeyûm tayînê şûna wê bû, da zanîn ku dest pê kiribûn ku gelek projeyên jinan bikin jiyanê û bi qeyûm re ev proje nîvco mane û wiha got: “Me bi bedelên mezin destkeftiyên jinan bi dest xistin. Em ê di her şertî de xwedî li destkeftiyên xwe derkevin.”   ‘Qeyûm rant û menfat e’   Songulê destnîşan kir ku di 28’ê Adarê de qeyûm tayînê 8 şaredariyên din yên HDP’ê hatine kirin û got hemû cîhan bi koronayê re mijûl dibe lê AKP û MHP jî bi HDP’ê re mijûl dibin. Songulê wiha berdewam kir: “Em di 2016’an de pêvajoyeke qeyûm jiyan. Gel pratîka qeyûman baş dizane. Qeyûm tên wateya rant, talan, berjewendî û menfatê. Pergaleke li pêşkêşkirina ji bo alîgirên xwe hatiye avakirinê ye. Ji roja em hatin ser peywirê jî me ev pergal teşhîr kir.”   ‘Me qadên ku qeyûm hedef girtibûn, berfireh kir’   Songulê bi lêv kir ku di 2016’an de çawa qeyûm hatine tayînkirin saziyên jinan girtine, jin ji xebatê dur xistine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di bin banê Şaredariya Êlihê de di 2010’an de Navenda Şêwirmendiya Jinan a SELÎS’ê hat avakirin. Saziyê ji bo jinan xizmet dida. Ligel vê atolye, kompleksa sporê ya jinan hebû. Çawa qeyûm hat hedefgirtin. Qeyûman peyama ‘em destur nadin pergala jinê bê runiştin’ da. Me midûriyeta polîtîkayên jinan ava kir. Me dîsa SELÎS vekir. Me xebatên xwe ji cihê mabû berdewam kir.”   ‘Qeyûm dîsa jin hedef girt’   Songulê her wiha bi lêv kir ku ne tenê ji bo SELÎS’ê ji bo hemû qadên jinan projeyên wan hebûn û ev tişt anî ziman: “Di serî de stargeha jinan gelek projeyên me hebûn. Yek jivan jî navenda hunerê ya jinan bû. Me tespît kir ku li Êlihê hewcedarî bi vê heye. Li Parka Jiyan avahiyeke me ya aydê şaredariyê hebû. Berê qeyûme avahî ji bo Weqfa Bîrlîk tahsîs kiribû. Em çawa hatin, me pêvajoya hiqûqî da destpêkrin û piştre me xebatên xwe yên navenda hunera jinan pêş xist. Bi vê re gundê ekolojîk yê jinan ya me hebû. Me binesaziya vê amade kiribû. Lê bi qeyûm re hemû xebatên me hatin astengkirin.”   ‘Em ê di her şertî de xwedî li saziyên jinan derkevin’   Songulê anî ziman ku jinên li SELÎS’ê dixebitîn jî li beşên din hatine peywirdarkirin û wiha dawî lê anî: “Qeyûm li 40 beşan kesên nû peywirdar kirin. Di nava van de du hevalên me yên jin li Midûriyeta Park û Baxçeyan hatine peywirdarkirin. Çawa qeyûm hat midûrê mêr tayînê polîtîkayên midûriyeta jinan kir. Ev kesê hatiye tayînkirin jî tu xebateke ku kiriye jî tune ye. Ev bi tena serê xwe fiyasko ye. Em ê jin tu car dest ji têkoşîna xwe bernedin. Me destkeftî wisa hêsan bidest nexistin û em wisa hêsan jî dest jê bernadin. Em ê di her şertî de xwedî li saziyên xwe derkevin.”