'Planên birakujiyê wê bi yekîtiyê têk biçe' 2020-06-02 09:04:07   Ronîda Hacî    HESEKÊ - Berdevka Komîteya Aboriyê Leyla Saroxan teqez kir ku bi yekîtiya Kurdan hêz û îrade ava dibe û wiha got: "Yekîtiya Kurdan dê plan û polîtîkayên birakujiyê têk bibe û hêz û îradeyeke xurt ava bike."   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ev 21 sal in li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin, yekem car di 27’ê nîsanê de bi rêya telefonê bi malbatê re axivî.  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji hemû hêzên kurdan xwest ku yekîtiya xwe xurt bikin. Têkildarê mijarê Berdevka Komîteya Aboriyê Leyla Saroxan nirxandin kir.   'Yekîtiya gelê kurd li dijî êrîşan xaleke girîng e'   Leylayê da zanîn ku yekîtiya kurdan dê planên hêzên desthilatdar têk bibe û wiha pê de çû: "Ji aliyê berjewendîperestan ji dîrokê plan li ser perçekirina kurdan tê meşandin. Qeyran û şerê ku niha di Rojhilata Navîn de rû dide hemû jî encamên planên qirêj in. Heger yekîtiya kurdan xurt nebe wê ev şer li vê herêmê dewam bike û dê aramî li Rojhilata Navîn pêk neyê.  Berjewendîperest pirojeya Netewa Demokratîk ku bi pêşengtiya Gelê Kurd hate hilbijartin wekî xeteriyek li ser hebûna xwe dibîne lewma bi hemû rêbazan jî êrîş dike û pilanan li dijî yekîtiyê dide meşandin. Yekîtiya gelê kurd li dijî êrîşan xaleke girîng e."   'Dixwazin kurd bi hev bikevin'   Leylayê bal kişand ser polîtîkayên berjewendîperestan ên ku dixwazin kurd bi hev re şer bikin û wiha pê de çû:"Pêwist e Gelê Kurd şiyar be. Çimkî dijmin xêra kurdan naxwaze. Dixwazin kurd bi hev bikevin. Polîtîkayên qirêj ên li dijî yekîtiya gelê kurd didomin. Pêwist e bi yekîtiya me em van kiryaran vala derxînin."   'Bi yekîtiyê hêz û îradeya xurt ava dibe'   Leylayê di dewamiya axaftina xwe de diyar kir ku pêwistiya gelê kurd bi yekîtiyeke xurt heye û wiha got: "Ji bo ku em bikaribin wekî Gelê Kurd doza xwe biser bixînin pêwistiya me bi xurtkirina yekîtiyê heye.  Dema em bibin yek wê hêz û îradeyek xurt were avakirin, dema hêza me were avakirin jî tu kes nikare pilanên qirkirinê li ser gelê Rojhilata Navîn bide meşandin."    'Em ê bi yek rihî qeyrana Rojhilata Navîn çareser bikin'   Leylayê axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Hêzên desthiltdar ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe her ku diçe temenê qeyranê kûrtir dikin. Qirkirina gelan esas digirin. Bi yekîtiya me em ê bikaribin qeyrana Rojhilata Navîn çareser bikin û rê li ber qirkirina gelê Rojhilata Navîn bigirin”.