ROJEVA 2’YÊ HEZÎRANA 2020’AN 2020-06-02 09:00:00   *Parêzer Çîgdem Ertak diyar kir ku di pêvajoya vîrûsa koronayê de herî zêde zarok bi bandor bûn û got: "Di vê pêvajoyê de zarok ji qadên lîstikên dûr man. Bi taybetî di vê rewşê de peywira malbatan zêde ye. Ji bo zarokên xwe fêm bikin divê rê û rêbazên cuda bên afirandin û bi lîstîkên cuda têkilî bi zarokên xwe re dayîn." BI DÎMEN    *Yek ji çandên Gelê Kurd ku niha di metirsiya windakirin û jibîrkirinê de ye 'Qetandin ango birandina kosteka zarokan e' . Lê dapîra bi navê Rifa Ehmed Emîn vê çandê ji ciwantiya xwe heta pîrbûna xwe diparêze û dibêje ku pêwist e dapîr, dayik û tevahî jin rê li ber pêşketina teknolojiyê bigirin û xwedî li çanda xwe ya resen a kurdî derkevin. BI DÎMEN    *Berdevka Komîteya Aboriyê Leyla Saroxan teqez kir ku bi yekîtiya Kurdan hêz û îrade ava dibe û wiha got: "Yekîtiya Kurdan dê plan û polîtîkayên birakujiyê têk bibe û hêz û îradeyeke xurt ava bike." BI DÎMEN    *Jinên Êzidî li hemberî kiryarên ku li Efrînê pêk tên nerazîbûnên xwe nîşandan û gotin: "Di dema fermana 3'yê Tebaxê de kes û saziyên ku mafên mirovan diparêzin li hemberî kirayên li hemberî civaka Êzidî bêdeng man û niha jî bêdengiya xwe li hemberî kiryarên ku li Efrînê tê meşandin bêdeng in."  BI DÎMEN   *Endama Rêveberiya Televizyona ‘Soroyo’ ya neteweyên xiristiyan Sîmîl Samwêl, têkildarî danasîna civaka xiristiyanan a bi rengê xwe û armancên avakirina televizyonê ev tişt got: "Bi avakirina televizyonê re me xwest em beşdarbûna jinên xiristiyan a di qada siyasî, leşkerî, parastina nirxên civakê û hevkariya wê ya bi jinên neteweyên din re bidin xuyakirin. Bi pergala demokrasiyê re civaka xiristiyan li çanda xwe ya resen û zimanê dayikê vegeriya." BI DÎMEN   *Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz ya ku qeyûm tayînê şûna wê bû, diyar kir ku hedefa yekem a qeyûman xebatên jinan e û got: “Destkeftiyên jinan wisa hêsan nehatin bidestixin. Em jî wisa hêsan dest jê bernadin. Em ê xwedî li saziyên jinan ku me bi bedelên mezin girtine, derkevin.” DÎMEN HEYE   *Xwendekarên YYU, bi armanca ‘ziman û dîroka kurd’ bidin jiyîn Bask-Der ava kirin û di vî alî de jî xebatên xwe di pêvajoya pandemî de berdewam kirin. Endama komeleyê Rahîme Tekîn wiha got: “Li her qadê li dijî zextên em pê re tên rû hev, bersiva me xwedîderketina li çand û zimanê me ye.”   *Hevseroka yekem a Meclîsa Xweser a Demokratîk Rihan Hico diyar kir ku tevî ku mêr li dijî pergala hevserokatiyê derketin jî wan di encama têkoşîna xwe de pergala hevserokatiyê kirin meriyetê û wiha got:"Jinan sanciyên mezin kişandin. Ev sanciyan ên azadiyê bûn. Jin nesekinînin û bi ser ketin."   *Girtiya bi navê Merve Aydogan bi du hevalên xwe re li girtîgeha Bunyanê di bin karantînayê de ye û pirsgirêk di çavên wê de çêbûye, Xwişka wê Şukran Aydogan,da zanîn ku divê her kes bibe dengê girtîgehan û divê cudahiyê nekin navbera sûc û mirovan wek mirov bibînin. DÎMEN HEYE   *Di salên 90’î de hemû gundên li Geliyê Çemê Dojehê ku xwedî cihekî dîrokî û kevnar e hatin valakirin. Ji wê demê vir de aşê avê yê ku li Geliyê  xwedî cihekî kevnar e, ji ber nexwedîkirî hemû hilweşiyaye. BI DÎMEN    *Li 40 gundên girêdayê Dêrik û Qoserê ji 14’ê Gulanê de ye ceyran hatiye birîn. Hulya Irmak ya ji gundê Welikê bertek nîşanê rewşê da û diyar kir ku ger hewce bike ji bo dengê wan bê bihistin wê biçin ber DEDAŞ’ê û çalakiyê pêk bînin. Belavkariya Elektîrîkê ya Dîcle A.Ş(DEDAŞ) bi hinceeta ‘deynê cotkaran heye’ ceyrana 40 gundên girêdayî Qoser û Dêrikê yên Mêrdînê birî. Ji 14’ê Gulanê deye gund bê ceyrane. Malbatên ku deynên wan tune jî ceyrana wan hat birîn û li dijî vê gundiyan serî hilda. DÎMEN HEYE   * Ciwanê Kurd Bariş Çakan li Enqereyê hat qetilkirin û der barê mijarê de Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn axivî û got: “Mixabin nîjadperestiya nav me qet nayê nîqaşkirin. Ji ber vê jî li Amerîkayê bi sedhezaran kesên daketin kolanan ji bo min gelek watedar e.