Li Heleb û Şehbayê kiryarên derheqê jinan de hat şermezar kirin 2020-06-01 20:04:20   NAVENDA NÛÇEYA - Li dijî kiryarên dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê li herêma Efrînê di derheqê jinên girtî de li bajarê Heleb û Şehbayê hat şermezarkirin.   Bi rojane li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo kiryarên dewleta tirk li herêma Efrînê di derheqê jinan de pêk aniye çalakiyên nerazîbûnê tên meşandin. Îro jî bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star  li bajarê Şehba û Helebê meşek girseyî hat lidarxistin. Di meşê de bi sedan jin amadebûn.   Jinên Helebê nerazîbûna xwe nîşan dan   Bi armanca şermezarkirina kiryarên dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê li herêma Efrînê di derheqê jinan de pêş tînin, Rêxistina Kongreya Star a Helebê li taxa Şêx Meqsûdê meşek girseyî li darxistin. Di meşê de endam, sazî û dezgehên jinan amadebûn. Her wiha di meşê de pankartê bi nivîsa "Em ê li ber xwe bidin û tekoşîna xwe sedsala 21'an bikin sedsala azadiya jinê" hatibû hildan. Meş ji pêşiya jêrzemîna Yasîn a taxa xerbî despêkir û li çerxa şehîd Gulê Selmo rawestiya.    Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin, li ser navê Kongreya Star Senaî Mihemed Elî axivî û got: "Dewleta tirk a dagirker bi darê zorê gelê resen ên Efrînê ji warê wan koçber kir û piştî dagirkeriyê gelê me li Efrînê her roj rastî êrîş û kiryarên dewleta tirk û çeteyên wê tên. Her wiha li girtîgehê Efrînê jin rastî kiryar û êşkênceyê tên. Em kiryarên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar dikin û banga jinên cîhanê dikin rabin û em bi hev re li pêşiya van kiryaran bisekinin."    Li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk Raperîn Heleb axivî û wiha pê de çû: "Îro tevahî cîhan li beramberî vîrûsa Korona şer dike da ku jiyana xwe biparêze, lê dewleta tirk ruxmê vîrûsa Korona jî her roj kiryar û êrîşên xwe li dijî kurdan berdewam dike. Di tu cîhanê de nehatiye dîtin ku êrîşî goristanan were kirin, lê dewleta tirk êrîşî gorên zarokên me kir û gorê wan xêrakir. Niha li Efrînê êrîşî jinan tê kirin û armanc îradeya wan jinan şikênandine. Divê hemû jinên cîhanê rabin û li dijî van kiryaran dengê xwe bilind bikin."    Meş bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.    Jinên Efrînê bi daxweza dawikirina kiryarên li dijî jinê rabûn ser piyan   Bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star a Efrînê bi dirûşmeya "Ji binpêkirin, êşkence û revandina jinan re na" Jinên Efrîn û Şehbayê meşek girseyî li darxistin û kiryarên dewleta tirk û hevkarên wê di derheqê jinan de pêk tînin şermezar kirin. Di meşê de bi sedan jin amadebûn. her wiha di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên jinên Efrînê yên ku rastî kiryarên dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê ve tên û pankartê bi nivîsa "Dîktaror Erdogan mirovên bê suc û guneh dikuje", "Dagirkerî tundiye", "Bi rihê Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin" û "Tundî li dijî jinê ne qeder e, tundiye" hatibûn hildan.  Meş li gundê Til Sûsînê ya Kantoya Şehbayê hat lidarxistin.    Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin, li ser navê Rêveberiya Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dalya Henan axivî û got: "Civaka navneteweyî di derbarê kiryarên ku gel, xweza, şunwar û pîrozgehên  me yên olî de bêdeng dimînin û bêdengiya wan rêvekirina li pêşiya mezintirîn destdirêjiyên dagirkeriyê vedike. Îro li Efrînê jin rastî kiryarên ne mirovî tên, em van kiryaran şermezar dikin."   Li ser navê Meclîsa Malbetên Şehîdan a herêma Efrînê, Rêveberiya Meclîsê, Sureye Hebeş jî wiha axaftina xwe bi lêv kir: "Hemû dewletên navneteweyî li hember êrîşên dewleta tirk bêdeng dimînin. Ew bêdengî bû sedem ku îro herêma Efrînê di bin dagirkeriyê de bimîne. Gelê Kurd xwedî dozin û desdirêjiya dewleta tirk nikare vî gelê ji doza wê dur bixe. Kiryarên dewleta tirk gihîşt asta ku di derheqê jinan de tiştên ne exlaqî pêk bînin. Bangawaziya me ji tevahî cîhanê re heye ku sinorek pêşiya van kiryaran deynin."   Meş bi dirûşmeya "Na ji kuştina jinan re" bi dawî bû.