‘Em şûnde gavê navêjin’ 2020-06-01 09:13:33   AMED - Aktîvîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn diyar kir ku têkoşîna jinê hedef hatiye girtin û got heta ku jin yek bin wê xurt bin û tu car wê dest ji têkoşîna xwe bernedin û têkoşîna jinê wê mezin bikin.   Di 22’ê Gulanê de navenda wê Amed, operasyon pêk hat û di nav de endamên Komeleya Jinan a Rosa, aktîvîstên TJA’yê û endamên Dayikên Aştiyê hebûn 12 aktîvîst û siyasetmedarên jin hatin girtin. Li dijî vê bertek didimon. Aktîvîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn ku ew jî hatibû binçavkirin, pêvajo û êrîşên li hember jinan nirxandin.   ‘Êrîşî jiyana taybet dikin’   Zelalê got bi serdegirtina malan êrîşî jiyana taybet kirin û got: “Dijminahiya li hember jinan bûye di lutkeyê de ye. Di demên dawî de bi hincetên balkêş bi ser malên me de digirin. dijhiqûqî me binçav dikin. Di serdegirtinan de ewil berê xwe dan pirtûkan. Hincet rêz kirin. Li gelek malên hevalên me jî kovarên jîneolojiyê hebûn. Li hember van kovaran jî êrîş mijara gotinê ye. Bi hinceta biryara komkirinê heye kovar desteserkirin. Li nexweşxanê em bi heman pêkanînê re hatin rû hev. Li emniyetê jî biryara veşariyê li ser dosyayên me hebûn. Em jinên hatinbûn binçavkirin, me li ser hemû armancê xebat dimeşand. Ji ber vê jî ev operasyoneke qirkirina siyasî ya li hember jinan bû.”   ‘Saziyên jinan girtin’   Zelalê destnîşan kir ku li hember jinên kurd polîtîkayên qirêj di dewrê de ne û wiha pê de çû: “Wek em hemû dizanin di dawiya sala 2015’an de qeyûm hatin tayînkirin û îradeya gel hat xespkirin. Pergaleke ku nûneriya wekhev û hevserokatî hedef digirt hebû. Bi qeyûman re mêr tayînê komeleyên jinan kirin. Me dît ku saziyên jinan kirine îbadetxane.”   ‘Em şûnde gavê navêjin’   Zelalê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku bi vê pêkanînê re qad ji jinan re nehiştine û wiha dawî lê anî: “Li hember jinan êrîşek topyekun mijara gotinê ye. Di operasyona dawî de dîsa jin hedef hatin girtin. Komeleya jinan a rosa hedef girtin. Ji jinan nerehetin. Naxwazin ji jinan re qad bimîne. Em ê tu car şûnde gavê navêjin û têkoşîna xwe bidomînin. Ger em jin bibin yek wê hêza me hîn bêtir xurt be.”