‘Girtiyên nexweş avêtin quncikekê’ 2020-06-01 09:07:59   ENQERE - Endama MYK’a ÎHD’ê Nuray Çevîrmen, da zanîn ku li girtîgehan hezar û 604 girtiyên nexweş hene û got: “Ev mirov li girtîgehan têkoşîna jiyanê didin. Li şûna pirsgirêkên wan bên dîtin, wan davêjin aliyekî. Divê hemû aliyên civakî bibin denge girtiyan.”   Ji ber vîrusa korona li Tirkiyeyê qanûneke ku girtiyên edlî dihewand hat derxistin. Wezareta Dadê di vê pêvajoyê de ji bo girtiyên siyasî jî tenê ‘hevdîtina bi dîmen’ pêk anî. Ji Lijneya Rêveberiya Navenda Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) Nuray Çevîrmen, der barê rewşa dawî ya li girtîgehan de axivî.   Nurayê bi lêv kir ku di Rêziknameya Der barê Înfazê ya Tedbîrên Ewlehî û Cezaya ya Rêveberiyên Saziyên Înfaz û Ceza de tê gotin ku girtî dikarin 30 deqe bi dîmen biaxivin û pergala hevdîtinê li ode, koxuş an jî îdareyê bê kirin. Nurayê wiha got: “Bingeha vê pergalê amade ye. Lê hîna jî pêk nehatiye. Girtî dikarin li yek numareyê bigerin. 20 deqeyan neçar dimînin li wê numareyê bigerin. Ev jî binpêkirina maf derdixe holê. Di pêvajoya pandemiyê de hevdîtinên vekirî û girtî nayên kirin. Digotin ku wê axaftina bi dîmen vê telafî bike lê nehat kirin.”   ‘Der barê jehrîbûna girtiyên Sîncanê de wê lêpirsîn bihata vekirin’   Nurayê destnîşan kir ku di rojên borî de li girtîgeha jinan a Sîncanê 6 girtî ji xurekê jehrî bûne û wiha pê de çû: “Hevalên me yên parêzer çûn girtîgehê. Ji wan re gotine mînak hatine girtin û ji bo lêkolînê haitne şandin û di encama kêmasiyan de wê lêpirsîn bê vekirin.Rewşa hevalek jin bi pirsgirêk bû. 14 rojan di karantînayê de hat girtin. Di alî tenduristiyê de pirsgirêka wan tune lê di alî xwarin, hîjneyê de pirsgirêk hene. Di kantînan de di mijara cureyan de pirsgirêk heye. Li hemû girtîgehên Tirkiyeyê pirsgirêk hene. Li girtîgeha Konya û Kirşehîrê girtî li dijî jimartina li ser piyan û binpêkirinan ketin greva birçîbûnê. Ev rumeta mirovan dişkîne. Girtîgeh ne kişlayên leşkerî ne.”   ‘Me deqe bi deqe rewşa wan dît’   Nurayê balkişand ser girtiyên nexweş yên jiyana xwe ji dest dan Sabrî Kaya yê li girtîgeheha Osmaniyê û Vefa Kartal yê li girtîgeha Edîrneyê û got: “Me deqe bi deqe dît ku çawa diçin mirinê. Bi dehan carî em di navbera girtîgeh û nexweşxaneyê de çûn hatin. Lê hemû derfetên der barê jiyanê de hatin rakirin. Li nexweşxanê heyetek nehat avakirin. Raporek nehat girtin. Tevî ATK’ê got ‘ji girtîgehê derxin bibin nexwşexanê’ jî nexweşxanê qebûl nekirin û girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyên me yên dawî niha hezar û 604 girtiyên nexweş têkoşîna jiyanê didin. Ji bo kesan efûya taybet tê derxistin, lê niha li girtîgehan bi hezaran kes têkoşîna jiyanê didin û ew avêtine aliyekî. Divê hemû aliyê civakê bibin dengê girtiyan.”