Parêzer: Li Kîlyosê jî pratîka hiqûqa dijminahiyê derket holê 2020-06-01 09:06:51   Habîbe Eren   ENQERE - Parêzer Benan Molu, got binpêkirina mafê definkirinê ji qedexeyên derketina derve heta niha di rojevê de ye û DMME’yê vê wek binpêkirina mafê giran dibîne. Parêzer Elîf Taşdogen jî got dozger nikare biryara ku kes çawa tê definkirin bide û pratîka hiqûqa dijminahiyê xwe li Kîlyosê daniye holê.   Li Wan, Çewlîk, Amed, Farqîn, Licê, Gever û Hezex a Şirnexê li dijî gorên kesên di pevçûnand e jiyan axwe ji dest dabûn êrîş pêk hatin. Her wiha 282 cenazeyên di 2017’an de ji Goristana Garzanê hatibûn derxistin jî 261 jê li Goristana Kîlyos a Stenbolê li peyarêyê li ser hev hatibûn definkirin.   Parêzer Benan Molu û rêvebera Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê ya şaxa Stenbolê (OHD) Elîf Taşdogan mijar nirxandin.   ‘Mafê definkirinê ji zûde ye di rojevê de ye’   Benanê diyar kir ku ji qedexeyên derketina derve yên salên 2015-2016’an heta niha mafê definkirinê di rojevê de ye û got: “Li kolanê cenaze li erdê hatin hiştin, cenaze di cemedankan de hatin veşartin. Cenaze nehatin dayîn. Cenaze bi kolî an jî poşetan şandin. Êrîşî cenazeyan kirin cenaze,ji goran derxistin. Em dikarin gelek binpêkirina li hember cenazeyan rêz bikin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) mudaxaleyên li hember cenazeyan wek binpêkirina maf a herî giran bi nav dike. Ji bo ev mudaxaleyên wisa giran rewa bên dîtin divê dewlet hincetên saxlem dayne holê. Mafê definkirinê li gorî dadgehê divê bê parastin. Her kes xwedî mafê gorekê ye û ev maf di qanûnan de jî tê dîtin. Jİ ber vê ev maf bi tu awayî nayê nîqaşkirin.”   Benanê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku hinceta dewlet, hêzên ewlehiyê, dadgehên herêmî çi dibe bila bibe, divê mafê definkirina mirovan binpê neye kirin.   ‘Di mevzuatan de ev maf tê parastin’   Parêzer Elîf Taşdogen jî da zanîn ku di mevzuatê de, Di qanûna Ceza ya Tirk a Hejmar 5237’an de sernavên wekê ‘li dijî bîranîna kes heqeret’ û ‘zirarê nedin goristan û îbadetxaneyan’ cih digirin û bi vê jî nirxên manewî yên mirovan tên parastin. Elîfê her wiha bi lêv kir ku di 2’emîn Xala Qanûna Der barê Parastina Goristanan a Hejmar 3998’an de îbareya ‘goristan nikarin bên texrîbkirin, qirêjkirin û xerakirin’ cih digire.”   ‘Dozger nikare biryarê bide ku kes çawa tê definkirin’   Elîfê binpêkirina mafê definkirin û revandina cenazeyan bi gotinên ‘hiqûqa dijmin’ bi nav kir û got veşartiya jiyana taybet, qedxeya îşkencê û gelek mafên din jî bi vê re tên binpêkirin. Elîfê wiha got: “Ne dozgerî, xizmên kes dikarin biryarê bidin. Di peymana Cenevreyê de jî bi awayekî aşkera tê gotin ku mafê definkirinê tê parastin. Rayedarên dewletê peymanên navneteweyî tune dihesibînin. Tu wijdan vê qebûl nake. Binpêkirina nirxên civakî tu car nayê qebûlkirin. Li Kîlyosê jî pratîka hiqûqa dijminahiyê xwe da der. Divê li dijî van pêkanînan rayagiştî bê avakirin û civak li dijî vê bêdeng nemîne.”