‘Maske û lepikên tên avêtin gefê li jiyana mirovan dixwin’ 2020-06-01 09:04:40   Meyda Uren   AMED - Bi belavbûna şewba koronoyê re her kes neçarî maskeyan bû. Lê welatî maskeyên bi  kartînin diavêjin qadên ku hevpar tên bikaranîn. Pispor di vê derbarî de şiyarî dikin ku ev kiryarên şaş wê bibin sedema pirsgirêkên mezin ên tendirustî û ekolojiyê.   Ji bo parastina ji şewba koronayê (Covîd-19) bi karanîna maske û lepikan her ku diçe zêde dibe. Lewra piştî ev alavên ewlehiyê tên  bikaranîn welatî wan diavêjin kolan û hundirê wesayitan.  Li gorî pisporên tendirustiyê avêtina maskeyan a van qadan li ser tendineşrustiya mirovan gefeke mezin dixwe. Ji ber ku li ser maske û van lepikan vîrus kom dibin û ew jî dibe sedema belavbuna kesên li derdûrê.   ‘Em mîkrobê belav dikin’   Hevseroka Sendîkaya Karkerên Tendirustiyê (SES) Bijîşk Yildiz Oparak derbarê avêtina maske û lepikên hatine bikaranîn de ji ajansa me re axivî û wiha got: “Piştî belavbûna şewba koronoyê rayedaran û tendirustvanan bangawaziya bikaranîna lepik û maskeyan kir. Gelek welatiyên ku xwestin xwe ji şewbê biparêzin ji maske û lepik bi kar tînin. Lewra bikaranîna van alavên ewlehiyê re vê carê pirsgirêka avêtina wan a erdê bû rojev. Welatî piştî bikaranînê, van alavan diavêjin kolan, kuçe ango diavêjin hindirê wesayitên ragihandina giştî. Divê were zanîn ku ev nêzîkatî bi qasî dest dana hev, tifkirinê bi bandor e. Vîrosa li ser lepik û maskeyan kombuye bi hêsanî belavî derdorê dikare bibe. Ev ji dibe sedema zêdetir nexweşketinê.  Di vê pêvajoyê de jî em her roj banga paqijiyê dikin. Ev rêbaza yekem ya xweparastinê ye. Lê mixabin tiştên em dikin li dijî van rêbazan e. Di aliyê paqijiyê de ev dibin gefek mezin.”   ‘Divê gel were agahdarkirin’   Yildizê bal kişand  ser rapora ku Rêxistina Tendirustiyê ya cîhanê ji bo tevdîra ewlehiyê parvekiriye û wiha axivî: “Ev rapor ji aliyê Wezîrê Hawirdor û Bajêr yê Tirkiyê ve jî hat parvekirin. Di raporê de tê gotin ku lepik û maskeyên tên bikaranîn divê bi qasî 72 seetan werin îzolekirin û bikin hindirê qutiyên gelaşa ku bi taybet ji wan re hatine veqetandin. Mixabin çiqas were gotin jî li Tirkiyê zêde ev pêk nayê. Ji ber ku welatî qet guh nadin vê hişyariyê. Ger ew maske bê xistin nava gelaşa ji rezede jî we xeter be. Kesên ku bi karê komkirina gelaşê mijul dibin jî wê tuşî nexweşiyê bibin û di heman demê de wê ew jî bibin sedema belavbûna nexweşiyê. Lê welatî mixabin xwe naxin wê zehmetiyê. Li cihê ku maskeya xwe derdixin diavêjin. Li her deverê kolan, kuçe û li nav wesayitên ragihandina giştî  de em rastî van dîmenan tên. Divê di vê derbarê de civak jî were agahdarkirin.”   ‘Pêwîste ev alav 72 saetan werin îzolekirin’   Yildizê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: “Yên herî zêde ji vê gelaşê  bi bandor dibin zarok in.  Ji ber ku herî zêde ew demÊ li ser van kolanan û der û doran derbaS dikin ango nikarin baldar jÎ bin. Bi vî rengî ji tendirustiya wan dikeve nava metirsiyê. Di zarokatiya me de dayika me digot li ser sergo li derdurê dest nedin tiştên biyanî, dibe ku mayîn yan jî tiştên wekî teqemenî hebin. Îro jî  em bi rewşek nêzî wê re rû bi rû  ne. Niha ji divê bi heman awayî zarok werin şiyarîkirin. Ya herî rast divê mezinên ku hestiyar nêz nabin werin şiyarikirin.”   Yildiz ji îro şunde emê çawa maskeyên xwe bajin ango emê çawa îzole bikn wiha nirxand: “Divê ji bo ewlehiyê maske û lepk werin bikaranîn. Lê piştî hat bikaranîn pêwîste bi taybet wer îzolekirin. Di poşetekê de bi qasî 72 seetan were hêştin. Piştî hat îzolekirin divê bi wî rengî were avêtina di hindirê çopên bi taybet ji wê re hatine veqetandin de. Emê bi vê awayî xwe û derdûr ji biparêzin.”   ‘Ji bo ewlehiya xwe tu neçarî xwezayê biparêzî’   Hawirnas Sîyajîn Seçkîn jî derbarê vê mijarê de gûmanên xwe wiha parve kirin: “Ji bo ewlehiyê alavên xweparastinê yên weke lepik û maske di van deman de gelek tên bikaranîn. Li gorî ku tendirustvan dibêjin pêwîse sere saetê ev alav werin guhertin. Lewra di guhertina lepik û maskeyan de em ne xwe ne jî derdura xwe difikirin. Em bi hêsanî wan diavêjin kolanan. Ev maske û lepik li gel ku dibin sedemên pirsgirêkên tendirustiyê di heman deme de dibin sedemên qirêjkrina hawirdor û ekolojiyê j. Em her roj bi destê xwe qetlîamek û wêrankirinek pêktînin. Ji bo ewlehiya mirovahiyê divê di destpêkê de em xwezayê biparêzin.  Em neçarin ku vê yekê pêk bînin. Ango di roja îro de ew qeyranên heyî sedema wê wêrankrina xwezayê be. Ger em zererê bidin bê guman em ê zererên mezintir bijîn.”   Welatiyên li derdorê jî berteka xwe nîşanî  van nêzîkatiyan dan. Gelekan ji wan jî dan zanîn ku ji ber vê sedemê ew nikarin bi rehetî li kolanan bigerin û bi taybet ji ber kesên ku tu dikin kolanan.