ROJEVA 1’Ê HEZÎRANA 2020’AN 2020-06-01 09:00:00   *Endamên Hêzên Parastina Civakî- Jin ên navçeya Til Temirê ku di destpêka demsala çinînê de parastina zeviyên cotkaran dikin û agirê ku bi gelek zeviyan jî ketiye vemirandine bangawazî li cotkar û şêniyan kirin ku bila av û çiwalên wan amade bin. DÎMEN HEYE   *Jinên gundewarê Hesekê bi hatina dema çinîna pelên rezan re di nava bexçeyan de pelên mêwê kom dikin. Têkildarî komkurina pelê mêwê jina bi navê Hala Mihemed axivî û got: "Di demsala berhevkirina pelê mêwê de jin xwedî tevger û ked e. Jin xwedî rolek pir girîng e.  Di pêşxistina aboriya malbat û civakê de jin her dem di rêza pêş de ne." DÎMEN HEYE   *Li navçeya Hezexê jina bi nasê Ayşe Şen bi teşiya ku dirêse xewedî li çanda kevnar a bi hezaran salan derdikeve. Ayşe ya ku bi kêfxweşiyeke mezin teşiya xwe dirêse wiha dibêje: “Jiyan berê zehmet bû lê xweş bû. Niha jiyan hêsane lê xweşî tüne ye.Bila her kes xwedî li çand û kevneşopiya kurdan derkeve. Ger ku çand û kevneşopiyên me winda bibin em ê jî tune bibin.” DÎMEN HEYE   *Bi belavbûna şewba koronoyê re her kes neçarî maskeyan bû. Lê welatî maskeyên bi  kartînin diavêjin qadên ku hevpar tên bikaranîn. Pispor di vê derbarî de şiyarî dikin ku ev kiryarên şaş wê bibin sedema pirsgirêkên mezin ên tendirustî û ekolojiyê. BI DÎMEN   *Hevseroka Meclîsa Qanûnî ya Efrînê Hevîn Reşîd, diyar kir ku berê li herêmê mêr li ser bedena jinê xwedî gotinbûne û bi pergala hevserokatiyê re ev ferast hilweşiyaye û jinan xwe ji civakê re ispat kirine. DÎMEN HEYE   *Parêzer Benan Molu, got binpêkirina mafê definkirinê ji qedexeyên derketina derve heta niha di rojevê de ye û DMME’yê vê wek binpêkirina mafê giran dibîne. Parêzer Elîf Taşdogen jî got dozger nikare biryara ku kes çawa tê definkirin bide û pratîka hiqûqa dijminahiyê xwe li Kîlyosê daniye holê.   *Endama MYK’a ÎHD’ê Nuray Çevîrmen, da zanîn ku li girtîgehan hezar û 604 girtiyên nexweş hene û got: “Ev mirov li girtîgehan têkoşîna jiyanê didin. Li şûna pirsgirêkên wan bên dîtin, wan davêjin aliyekî. Divê hemû aliyên civakî bibin denge girtiyan.” DÎMEN HEYE   *Jinên Mêrdînê bertek nîşanê girtina endamên Komeleya Jinan a Rosa û aktîvîstên TJA’yê dan û gotin: “Têoşîna me bi kok e û em xwe zêde dikin. Em ê daxwaza xwe ya mafdar her tim li her derê bînin ziman. Tu kes bi operasyonan nikare pêşî li têkoşîna jinê bigire. DÎMEN HEYE   *Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ugurlu polîtîka desthilatdariyê ya pêvajoya pandemiyê nirxand û got yekane tişta ku desthilatdarî dike, vîrusa xwe belav dike û jinên li dijî şîdetê  li ber xwe didin tên girtin. Îdîlê her wiha da zanîn ku divê hemû jinên ji têkoşînê bawer dikin ligel hev bin. DÎMEN HEYE   *Aktîvîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn diyar kir ku têkoşîna jinê hedef hatiye girtin û got heta ku jin yek bin wê xurt bin û tu car wê dest ji têkoşîna xwe bernedin û têkoşîna jinê wê mezin bikin. DÎMEN HEYE   *Rewşen Bedirxan jinek rojnameger, nivîskar û rojnameger… Di heman demê de jineke kurd ya bi jiyana xweya têkoşîna zayendî daye jî tê zanîn.