Ji bo malbatên vegeriyan Şengalê alîkarî hat belavkirin 2020-05-31 12:11:22   Vîyan Seîd-Almaz Naîf   ŞENGAL - Meclîsa Gel a Gundê Xanesorê ya girêdayî Şengalê ji bo malbatên ku ji Kampên Başûrê Kurdistanê vegeriyane Şengalê alîkarî belav kir.    Piştî erîşa DAÎŞ’ê ya qirkirinê ya li ser  Şengalê gelek Ezidî ji cih û warên xwe koçber bûbûn. Bi hezaran  Ezidî li Başûrê Kurdistanê di kampan de diman. Piştî rizgariya Şengalê ev 5 sal in bi hezaran Ezidî vedigerin cih û warên xwe. Meclîsa Gel a Gundê Xanesorê ya girêdayî Şengalê alîkarî ji bo 25 malbatên di meha gulanê de vegeriyan Şengalê kir.    'Me alîkariya 25 malbatên ku vegeriyan kir'   Hevseroka Meclîsa Gel a Xanesorê Fehîma Silêman wiha got:"Em ji bo malbatên ji kampên Başûrê Kurdistanê vegeriyan Şengalê alîkariyê dikin. Me alîkariya 25 malbatên ku vegeriyan kir. Di nava vê rewşa dijwar a Vîrusa Koronayê de dîsa jî me hewil da ku em alîkariyê bikin. Piştî Vîrusa Korona bi dawî bibe û rê hemû vebin dibe ku hemû malbat vegerin. Em dixwazin hemû Êzidî vegerin ser axa xwe. Ji bo alîkariyê  tiştên ji destên me bê em ê bikin."   'Em dixwazin herkes vegerin ser axa xwe'    Mencê Hemid a ji Başûre Kurdistanê vegeriya ji Meclîsa Gel ya li Gunde Xanesorê re spas kir û hestên xwe wiha anî ziman:"Em di 6'ê Gulanê de vegeriyan ser axa xwe. Tevî ku derbasbûyina me fermî jî bû nehiştin em hemû alavên xwe bigirin û bi xwe re bînin. Ez niha li mala bavê xwe dimînim. Ji ber ku di dema êrîşên DAÎŞ'ê de mala me hat rûxandin. Daxwaza me ew e ku hikumeta Iraqê alîkariya me bike û em vegerin mala xwe. Em dixwazin herkes vegerin ser axa xwe."