'Têkoşêr Ekîn û Uta jinên cîhanê gihandin hev' 2020-05-31 09:15:57   Roj Hozan   QAMIŞLO - Di salvegera Endama Akademiya Jineolojiyê Şevîn Nûdem şoreşgerên enternasyonalîst Uta Schneiderbanger û Ekîn Ceren Dogruak bi bîranî û got: "Kesayeta herdu hevalan weke jinên şoreşger têr û tijî qehremanî bû, van herdu jinan jinên tevahî cîhanê yên ku êş kişandina gihandin hev û weke êniyek li dijî faşîzmê ava kirin."   Herdu têkoşerên azadiyê û şoreşgerên enternasyonalîst Uta Schneiderbanger (Nûdem) û Ekîn Ceren Dogruak (Amara) ku di 31'ê Gulanê sala 2005'an de di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest dane. Bi minasebeta salvegeran Uta û Ekînê, Endama Akademiya Jineolojiyê Şevîn Nûdem, ji ajansa me re qala têkoşîn û taybetmendiyên wan kir.    Şevîn di destpêka axaftina xwe de şoreşgerên enternasyonalîst Uta Schneiderbanger û Ekîn Ceren Dogruak bi bîranî û wiha got: "Hevaltiya min bi van jinên têkoşer demekê li Ewropayê çêbû, di nava xebatên cur be cur de naskirina me ya bi hev re çêbû. Ji bo heval Uta ez dikarim bêjim ji zarokatiya xwe de di nava civaka Almanî de mezin bûye, di nav malbateke kedkar de xwedî nirxên mirovî hînî jiyana azad bûye. Destpêkê di nava komên ciwanên katolîk de cihê xwe girtibû, lê belê piştî demekê gelek nakokî  jiyan. Li ser mijara edaletê gelek fikirandinên wê çêbûn, li ser mijara rizgariya gelan gelek mirov bi rêxistin kir û biryar da ku ji dêra katolîk derbikeve û  xwe bi rengekî siyasî û polîtîk bi rêxistin bike. Li dijî pergalên ku mirov û civakê ji hev qut dike lêgerîna wê hebû. Armanca wê ya sereke ku edaleteka cîhanî ji bo tevahî mirovan pêk were û dengê wê ji bo azadiyê her bilind bû. "   'Ji zaroktiyê de di nava lêgerîna azadiyê de bû'   Şevîn di domandina axaftina xwe de  qala sekna Uta ya ji bo mirov û civakê wiha anî ziman: "Hevala Uta her tim nêrînên xwe bê guman dianî ser ziman. Dema didît nakokî heye yan jî bê edaletî heye çi difikirî ew pêk dianî. Di mjarên bindestiya jinê de û nêzîkatiyên mêrên serdest ên li hember jinê qebûl nedikir. Ji zaroktiya xwe de di nava lêgerandina azadiyê de bû. Ji bo parastina xwezayê jî xwedî hewildan bû û di nava komên parastina xwezayê de jî xwedî sekin bû. Jiyan bi giştî  digirt dest û nirxên ku pê bawer bû di hevaltiya xwe de, nêzikatiyên ji civak û mirovan re her tim jê re pêşeng bû. Dema ku derbeya leşkerî li Tirkiyeyê di sala 1980’an de çêbû, cara yekem têkîliyê Uta bi şoreşgerên çepên tirk û malbatên kurd li ewropayê pêş ketin. Wê demê hem faşîzim li Tirkiyeyê zilmeke mezin ser gelan dabû avakirin û taybet Gelê Kurd di nava qirkirinan re derbas dikir. Înkarkirina çand, ziman, hebûna kurd Tirkiyeyê bi xwe re anî. Vê yekê pir bandor ser wê da çêkirin. Di temenekî ciwan de ket ferqa ku pergala faşîzim a ku li Almanya hatiye meşandin mîna zihniyeta zayendperest, pergala kapîtalîzim hişmendiya xwe ser vîna mirovan berdewam dikir. Li dijî vê yekê jî dengê xwe bilind kir û  qebûl nekir. Hedefa wê jiyana aram a ji bo tevahî gelan bû. Li ku derê nakokiyek didît ji bo wê têkoşîn dikir, ji bo wê di nava hevalên xwe de pir dihat hezkirin."    'Kesayetiyeke şoreşger û qehremanî'   Şevîn balkişand ser sekna jina qehreman a li hember cureyên zilim û faşîzimê û wiha pê de çû: "Bi salên dirêj yên ku bi heval Uta re hevaltî kirine hezkirina wê ya jiyanê her tim didîtin. Di nav tevgerên jinê de li Berlînê  cih girt û xwest yekbûna jinan û rêxistina wan ava bike.  Li  ser dîroka jinê  bê çawa pergala baviksalariyê jin ji xwezaya wê dûr xistiya  xebat dikir. Ji bo şifaya xwezayî ya jinê parastina altirnatîf zanebûnên wê hebûn.  Kesayeta heval Uta wek jineke şoreşger têr û tijî qehremanî bû. Di şerê dewleta tirk de li hember Gelê Kurd yên ku bi çekên dewleta Alman hat meşandin li dijî wê derket,  bi inîsyatîfa dayikên şemiyê re pêşengtî kir û bi dayikan daxwaza edaletê ji bo zarokên wan yên girtî kir. Di salên 1990’an de ji bo piştgiriya gelê Kurdistanê têkiliyên wê bi rêxistinên jinên kurd re jî çêbû û ji bo doza azadiya jinên kurd tev digeriya. Têkoşer Uta jinên tevahî cîhanê yên ku êş kişandina gihandin hev û weke êniyek li dijî faşîzmê ava kir .”   'Uta bû mînaka jina şoreşger a ji bo jiyana azad'   Şevîn di nava nirxandinên xwe de li ser tevlîbûna Uta ya nava refên azadiyê re û naskirina wê ji tevgera jinên kurd re wiha anî ziman: "Di salên 2000’an û şûn de paradîgmaya nû ya Rêber Apo  kete rojevê û li ser konfedralîzma demokratîk hat nîqaşkirin ku di jiyana azad de çawa em xwe bi rêxistin bikin û xeyalên xwe di roja îro de pêk bînin. Di wê demê de têkoşer Uta biryar da ku bi rengekî fermî tevlî refên têkoşîna azadiya jina kurd bibe. Di sala 2003'an de cara yekemîn tevlî kongreya giştî ya damezrandina gel bû û weke endama dîwana edaletê hat hilbijartin. Vê yekê jî destnîşan kir ku tecrubeyên ku di jiyana xwe ya şoreşgertî de derbas kir baweriyeke mezin da derdor û birdoziya azadiya jinê ya di jiyana xwe de heya asteke bilind pêk anî. Kêmasiyên ku di gelek şoreşên cîhanî de hatin jiyînji bo ku neyên dubarekirin, di gelek aliyan de lêkolînên xwe pêş xist û nêrînên xwe di wê derbarê de dianî ziman. Hêviya wê ku tevgera jin bi rengekî xweser xwe bi rêxistin bikin û partiya jinê bê avakirin, da ku jin bi nêrîneke xweser jiyana xwe ava bikin. Dixwest gavên mezin di tevgera azadiya jinê de biavêjê û bibe milîtana bingeha şoreşa tevgera jinê. Heval Uta bû mînaka jina şoreşeger a ji bo jiyana azad. "   'Hevalên jin xwedî li projeyên Uta derketin'   Şevîn qala proje û pêşniyarên ku Uta ji bo jinan kir û wiha dom kir: "Berî 15 salan heya niha gelek pêşniyarên ku heval Uta di civînan de dikir ji bo rêxistina jinê di roja me ya îro de bi taybet di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de pêk hatine. Mirov caran dibêjê xweziya wan karibana hin ji van tiştan bidîtina. Heval Uta dema ku tevlî civîna kongreya gel bû li wir projeyek ava kiribû, ji bo şîfageriya jinê ya ku di bin pergala kapîtalîzmê biçûk dihat dîtin û windakirin  ji nû ve nûjen kir. Dema ku projeya xwe pêşniyar kir, nêrîna wê hat pejirandin. Piştî şehadeta wê gurûpek ji hevalên wê yên jin xwedî li vê projeya wê derketin û destpêkê li çiyayên Kurdistanê dest bi xebatên şîfageriya jinê kirin û gelek gîhayên ji bo dermankirina bedena jinê keşif kirin. Ev xebat îro hîn zêdetir mezin bû ev çand  jî pêş ket. Li şûna ku em dermanekî kîmyasal bi kar bînin, li xwezaya wê em geriyan. Di sala 2020’an de li gundê Jinwar nexweşxaneya şîfageriya jinê hat avakirin. Xeyalên wê îro pêk hatin û jin xwedî li fikir û projeyên wê derketin."   'Ekîn her tim bi heyecan û bi coş bû'    Şevîn rêhevaltiya xwe bi Amara re jî anî ziman û wiha got: "Jinên têkoşer îro di şoreşa jinê ya li Rojavayê Kurdistanê zindî dibin.  Heval Uta û heval Amara weke du jinên enternasyonal tevlî şoreşa jinê ya Kurdistanê bûn. Amara jî weke jineke ciwan xwedî rihekî  bi coş bû. Li dijî zilma dewleta tirk xwedî helwest bû. Di zanîngeha Enqereyê de beşa civaknasiyê xwend. Weke xwendekareke tirk jî cihê xwe di nava têkoşîna ji bo zimanê zikmakî kurd de girt ku mafê wan ya ziman, çand  heye û divê ji kurdan re bê dayin. Di malbata xwe de jî bi fikrên demokratîk û şoreşgerî mezin bû û bandorek ser kesayeta  wê kir. Heyacan û coşa wê ya têkoşînê hebû. Her wiha ji aliyê dewleta tirk jî hat girtin û di zindanê de bi girtiyan re di nava rêxistinê de bû. Di heman demê de jî bi biryar bû ku pergala faşîzim li Tirkiyeyê divê bê hilweşandin. Xeyalên xwe yên azadiyê di felsefeya Rêber Apo de didît. Piştî ji zindanê jî derket li Ewropa jî kar û xebatê xwe da meşandin. Di aliyê mêjî de her tim di nava lêpirsînê de bû. Li hember kiryarên ku îradeya jinê biçûk dixin têkoşînek da meşandin û sekneke wê ya zelal û bi hêz hebû."   'Ekîn xwedî vîneke xurt bû'    Şevîn bal kişand ser kesayeta Amara û ev tişt got: "Heval Amara daxwazên wê yên fikrê azad li Rojhilata Navîn hebû. Di danûstandinan de pir xurt bû. Bi armancên mezin û hezkirina ji tevgera jinê re kedeke mezin da. Li ser xeyalên ku konfederalîzmeke demokratîk ji bo jinên cîhanê bên avakirin xwedî vîn bû. Dema ku têkoşer Amara û Uta ji bo biçin Ewropa tevlî xebatê bibin di rê de qezaya trafîkê derbas dikin û jiyana xwe ji dest didin. Ji bo me ev windahiyek û êşeke  pir mezin bû, di heman demê de jî em dibînin ku gelek tiştên ku weke kevirên destpêkê wan danînin ji bo civakê îro berdewam dike. "   'Zindîkirina xeyalên Uta û Amara em  ji xwe re armanc dibînin'   Şevin wiha dawî li gotina xwe anî: "Xeyalên her du hevalan ji bo pergala netewa demokratîk û gihandina jinên cîhanê hebûn.  Ji bo wê jî di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de dema em mêze dikin jinên ji hemû pêkhateyan digihin hev, meclîsên xwe yên hevpar ava dikin û bi hev re li hember hemû cureyên tundiyê yên ser civakê û jinê disekinin, em wan hevalan di bîra xwe de derbas dikin. Zarok bi rengekî azad kesayeta xwe pêş dixin. Projeyên ji bo tenduristiya jinê pêş xistin îro heya astekê pêk hatin. Li hember dagirkeriyê û gefên ser şoreşa Rojava hêzeke xurt ava bûye.  Şoreşa jin û têkoşîna wê li hember hemû cureyên tundiya ser civakê bersiva herî xurt bû ji bo bîranîna her du hevalan. Ez kêfxweş bûm ku min dikarîbû ez herdu hevalan nas bikim, mirov xwe wek deyindar jî hîs dike ku gelek tiştên ku dixwazin bikin em  divê dewam bikin. Rihê hezkirina jiyanê û pêkanîna edaleta ku her du jinan jiyan dikir em zindî bihêlin. Li ser vî esasî em ê gavên bingehîn bavêjin û xeyalên wan pêk bînin. "