Parêzerên endamên Hiqûqa Civakî: Wê nikaribin piştevaniya me bişkînin 2020-05-31 09:05:50   Habîbe Eren   ENQERE - Parêzerên Endamê Hiqûqa Civakî li dijî şîdeta li ser jinê ya di pêvajoya vîrûsê de zêde bûye kampanya ‘li malê bin lê bêdeng nemînin, têkoşîna jinê dide jiyîn’ da destpêkirin. Parêzer Betul Çetîn û Irmak Bakir kampanya vegotin û diyarkirin ku kampanya her diçe mezin dibe û wê bi hev re li kolanan bin.   Parêzerên jin yên Hiqûqa Civakî ji ber êrîşên di pêvajoya pandemî de zêde bûye bi hashtaga ‘li malê bin lê bêdeng nemînin, têkoşîna jinê dide jiyîn’ dan destpêkirin. Kampanya di 6’ê Gulanê de hat destpêkirin û ji 30 welatî jî ji jinan peyamên pişgirtiyê girtin. Her hefte beşeke kampanyayê li ser twîtter û instagramê û her wiha kanala Youtubê tê weşandin. Parêzer Betul Çetîn û Irmak Bakir der barê kampanyayê de pirsên me bersivandin.   * Ji her derê cîhanê ji bo kamyanyayê piştgirî hat dayîn. Armanca destpêkirina kampanyayê çibû, jinan kampanya çawa pêşwazî kir?   Betul: di pêvajoya vîrûsê de banga li malê xwe bin hat kirin. Me di vê pêvajoyê de dît ku hikûmet derbarê şîdeta li ser jinan de tu tedbîr negirtiye. Ji her derê cîhanê derbarê zêdebûna şîdeta li malê agahî hatin. Di 10 rojên ewil yên pandemî ya li welat de 10 jin hatin qetilkirin. Jin bi destê dewletê bê parastin hatin hiştin. Em parêzerên jin jî bêdeng neman. Me biryara kampanyayekê da. Me ji peyamên piştgiriyê dît ku, zîhniyeta mêr ji vîrûsê zêdetir dikuje.   Irmak: Yên tevlî kampanyayê bûn jinên bi awayekî aktîf di saziyên civaka sivîl de cih digirtin bûn û parêzer bûn. Me xwest ku em bêjin yên di dema krîzan de rastî şîdetê tên zirarê dibînin jinin. Şîdet ji xwe pirsgirêkek global e. Li cihekî jî bi piştevaniyê re piştgiriya ji bo têkoşînê girîng e.   * Di pêvajoya pandemiyê de şîdeta li ser jinan zêde bû. Jinan neçar dikin ku bi gumanbaran re li malê bijîn. Hûn vê pêvajoyê çawa dinirxînin?   Betul: Di vê pêvajoyê de ji jinan bi taybet jî der barê ku nikarin xwe bigihînin mekanîzmayên dewletê de bang hatin kirin. Di destpêka pêvajoyê de me rêxistinên jinan bang kiribû. Lê me dît ku dewlet van tedbîran nagire. Me jî got ‘li malê rûniştin dikare vîrûsê biqedîne lê şîdetê zêde dike’. Di vê pêvajoyê de jinên mexdurên şîdetê bê parastin hatin hiştin. Çawa kirin? Me diyar kiribû ku divê SONÎM û Stargehên jinan 24 saetan bixebitin û di rewşa ku jin rastî şîdetê bên de bila bikaribin xwe bigihînin van mekanîzmayan. Lê wisa nebû. Xeta Alo 183 jî bi heman awayî naxebite. Ligel vê jinên serî li qerekolan dan jî şûnde dihatin şandin.   Irmak: Daxuyaniyek wezareta karê hundir heye. Wisa dibêje ‘Şîdeta li ser jinê ji sedî 11 kêm bû, ji ber hejmara îxbarê kêm bûye’. Lê em jî dibêjin ku rewş berovajî vê ye û jinên li malê ji tirsa gumanbar nikarin serlêdanê bikin. Li gorî daneyên Mor Çati, şîdeta li ser jinan ji sedî 38 zêde bûye. Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin jî diyar kir ku di 4 mehan de 100 jin hatine qetilkirin.   * Bi qanûna înfazê re gelek girtî hatin berdan. Mêrên ji girtîgehan derdikevin heman sûcî dikin. Hûn vê çawa dinirxînin?   Betul: Bi qanûna înfazê re gumanbarên şîdetê li ser jinan kirin hatin tahliyekirin. Der barê tahliyeyê de tu agahî nedan jinan. Di vê pêvajoyê de fikarên jinan zêde bûn. Jinên bi destê dewletê bê parastin hatin hiştin, li ser çapemeniya civakî piştgirî xwestin û dengê xwe dan bihistin. Di esasê de têkoşîn û rêxistibûna me jî hinek bi çapemeniya civakî pêş dikeve.   Irmak: Dewlet di Plana Çalakiya Lezgîn de gelek dereng ma. Jin di carekî de beyî tedbîr û parastin bi gumanbaran re li heman malê man. Vê jî rîskên mezin afirand.   * Mijarek din jî bi rêya zewacê efûkirina tecawizkaran e, ji 2016’an heta niha ev tê rojevê. Armanc çiye? Wê bersiva jinan li dijî vê çibe?   Betul: Ji 2016’an heta niha anîn rojevê û her tim jî li hemberî vê berxwedan pêk hatin. Lê ji ber vîrûsê mirov ketin malê xwe û ev kirin derfet û dibêjin qey wê bi vî awayî qanûnên derbas bikin. Lê me jinan hemû mafên xwe bi têkoşînê girt. Em niha jî derkevin kolanê jî, hewce bike em ê derkevin. Zarok nikare bi gumanbarên wan re bên zewicandin. Ev sûc e. Der barê de jî wê têkoşîna me her tim bidome.   Irmak: Di çarçoveya peymanên navneteweyî de jî, di peymana mafê zarokan de jî hemû kesên di bin temenê 18’yî de zarok tên dîtin. Di çarçoveya van qanûnan de, dewlet berpirse ku zarokan biparêze.   * Di rojên borî de li hemberê TJA û saziyên jinan operasyon pêk hat û jin hatin girtin. Hûn di vê pêvajoyê de vê operasyonê çawa dibînin?   Betul: Ev mudaxaleya hatiye kirin di esasê de li hember hemû rêxistinên jinan û saziyên jinan hatine kirin. Em ê li dijî vê bêdeng nemînin. Em ê her tim têbikoşin. Bi piştevaniyê jin her tim xurtin. Ew rêxistinbûn û piştevaniya me naxwazin. Em ê jî tu car destur nedin vê.   Irmak: Em ê her tim bînin ziman ku têkoşîn ji şîdetê xurtir e.   * Ji bo kampanyayê banga we çi ye?   Betul: Bi rastî me nedizanî ku kampanya evqas mezin bibe. Lê me dît ku ev kampanya wê hîn bêtir mezin bibe. Ger em ligel hev cih bigirin wê têkoşîn bidome. Em dixwazin bi jinan re li kolanan bi hev re bin.   Irmak: Em di piştevaniyê de têkoşîna xwe bidomînin.