Platforma Jinan a Şahmaranê: Têkoşîna jinan dê bidomê 2020-05-30 15:36:38   MÊRDÎN - Platforma Jinan a Şahmaranê ya Mêrdinê girtin û binçavkirinên pêk hatî bi daxuyaniyek şermezar kir û got: "Bi hevkariya îqtîdar û darazê sazî, partî û kesên muxalîf hedef tên nîşandan û ev tişt tê wateya binpêkitina qanûnan. Em dibêjin têkoşîna jinan nayê darizandin û em ê têkoşîna xwe bidomînin."    Li dijî girtina aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), siyasetmedar û endam û rêveberê Komeleya Jinan a Rosayê, ji hêla Platforma Jinan a Şahmaranê ya Mêrdînê ve daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî li avahiya Şaxa Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Mêrdîne hat dayîn. Endama platformê Aysel Erol daxuyanî xwend.    Aysel, destnîşan kir ku Tirkiyê niha ji bo xebatkarên saziyên sivîl, aktîvîstên mafên mirovan, rojnameger, siyasetmedar û ji bo muxalîfan bûye girtîgehek. Aysel, destnîşan kir ku hemû muxalîf tên binçavkirin û girtin û got: "Hemû sazî, partî û kesên muxalîf bi hevkariya daraz û hikûmetê dibin hedef. Xebat û çalakiyên wan tên krîmînalîze kirin û tên qedexekirin."   Aysel, da zanîn ku îqtîdara AKP'ê niha qanûnên ku heyî binpêdike û wiha dom kir: "Li dijî pêkanînên wisa jin dê têkoşîna xwe bidomînin. Jinan dê bêtir têkoşîna xwe mezin bikin. Em êrîşa li hemberî Komeleya Jinan a Rosayê şermezar dikin. Em piştgiriyê didin xebatên komeleyê. Têkoşîna jinan nayê darizandin û em li hemberî zextan serî natewînin."