Li Rihayê li dijî girtinan çalakiya rûniştinê pêk hat 2020-05-30 14:50:47   RIHA - Girtina siyasetmedar û aktîvîstên TJA'yê, endam û rêveberên Komeleya Jinan a Rosayê, ji hêla Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Rihayê ve hat şermezarkirin û gotin: "Em ê dê têkoşîna xwe berdewam bikin."   Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê, li dijî girtina endam û rêveberên Komeleya Jinan a Rosa çalakî li dar xistin. Endam û rêveberên Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Rihayê li pêş avahiya HDP'ê kom bûn û daxuyanî dan. Jinan di bin dorpêça polîsan de daxuyanî dan. Polîsan xwest kesan di GBT'ê re derbas bikin û bi kamerayan qeydê wan girtin. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, beşdarî daxuyaniyê bû. Jinan di çalakiyê de pankarta “Têkoşîna jinan nayê darizandin" vekirin û wêneyên jinên hatine girtin rakirin.  Parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu, anî ziman ku di bin çavan de pirsên girêdayî Gulistan Doku û pergala Hevserokatiyê pirsîne û wiha got: “Em carek din dubare dipirsin Gulistan Doku li ku ye? Pergala Hevserokatiyê xeta me ya Xemrî ye."   Ayşe, serdegirtina polîsan a avahiya HDP'ê ya Êlihê jî şermezar kir û wiha lê zêd kir: “Em li vir bang dikin. Bi lez hevalên me serbest berdin. Dest ji perçekirina siyaseta demokratîk berdin. Dest ji êrîşa pergala hevserokatiyê û rêxistinên jinan berdin. Beriya Cejnê li Amedê 18 kes hatin binçavkirin û 12 jin bûn. Di vê êrîşê de Komeleya Jinan a Rosa kirin hedefa xwe. Bi ser komele û malên hevalên me de girtin. Em van êrîş û binçavkirinan lanet dikin. Piştî van binçavkirin û girtinan rayedarên dewletê gotin 'Me operasyonek serkeftî li dar xistiye' Ev operasyona wan li dijî destkeftiyên jinan e. Em wekî Meclîsa Jinan a HDP'ê dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Bila bi lez hevalên me yên hatin girtin bên berdan."   Jinan piştî daxuyanî dan 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê li dar xistin û dawî li çalakiyê anîn.