684 xebatkarên dewletê li dijî jinan sûcên zayendî pêk anîn 2020-05-30 09:17:17   Berîtan Canozer   AMED - Buroya Alîkariya Hiqûqî ya Li Dijî Êrîşên zayendî û Tecawizê ya Di bin Çavan de, da zanîn ku di navbera 1997 û 1’ê Nîsana 2020’an de 688 jin di bin çavan de û li girtîgehan bi êrîşa zayend3i re rûbirû mane û tecawizî wan  hatiye kirin û 684 xebatkarên dewletê li dijî jinan sûcên zayendî kirine.   Jin li her qada jiyanê bi şîdet, êrîşên zayend3i û tecawiza mêr re rûbirû tên. Li aliyê din jî li qadên wek qerekol û emniyetê ku divê ewlehiya civakê biparêzin, bûyerên êrîşa zayendî pêk tên. Bi taybet der barê mijarên ku jin di bin çavan de bi êrîşa zayendî û tecawizê re rûbirû tên gelek bûyer hatin rojevê.   688 jinî serlêdan kir   Buroya Alîkariya Hiqûqî ya Li Dijî Êrîşên zayendî û Tecawizê ya Di bin Çavan de der barê navbera salên 1997 û 1’ê Nîsana 2020’an de rapora xwe ya li Tirkiyeyê aşkera kir û hat gotin ku li Tirkiyeyê serlêdan 685 e û sê serlêdan jî ji Berlînê hatine kirin bi vê re jî bûye 688 serlêdan. Li gorî daneyan 413 polîs, 129 leşker, 35 polîsên tevgera taybet, 22 cerdevan, 85 memurên înfaza cezayê li hember jinan sûcên êrîşa zayendî û tecawizê pêk anîne.   Di rapora ji Buroya alîkariya Hiqûqî hatiye girtin de ev dane cih digirin:   *Hejmara jinên li derveyê welat:37   *Hejmara jinên li girtîgehên Tirkiyeyê:72   Belavbûna sûc   *Tecawiz: 104 (4 jin piştî tecawizê întîdar dikin, jinek di encama îşkencê de tê qetikirin, zarokek keç a 14 salî te tecawizkirin û piştre ji aliyê xizmên xwe ve bi armanca namûsê tê qetilkirin, jinek ji ber bandora Îşkencê di Kanûna 1999’an de miriye. Jinek li kargeriyê tecawizî wê hatiye kirin. Malbata wê biryara kuştinê derdixe.)   Êrîşa zayendî: 579   Agahiyên temen:   * Navbera 0–18: 80   * Navbera 18–67: 608.”   684 xebatkarên dewletê gumanbar in..   Di raporê de hat diyar kirin ku bi giştî 712 mêrên xebatkarên dewletê ne li hember jinan êrîşa zayendî û tecawiê pêk anîn. Ji van 413 polîsin. 129 jî leşker, 22 cerdevan û 85 jî karmendên parastina înfazê ne.   Ji ber sedemên siyasî û şer 551 jin di bin çavan de bi êrîşa zayendî  û tecawizê re rûbirû hatin, ji van 168 heb ji ber sedemên şer, 348 jî ji ber sedemên siyasî û polîtîk.   Ji ber sedemên edlî yên hatin tecawizikirin: 24   Ji ber sedemên edlî yên bi êrîşa  zayendî re rûbirû hatine: 113   Rewşa hiqûqî ya dozan:   Bi giştî dosyayên dozan: 219   Dozên li DMME’ê bi encam bûne: 46   Dozên li DMME’ê tên dîtin: 3   Dozên li dadgehên cezayê didomin: 46   Dozên li dadgeriyê: 12   Dozên li dozgeriyê: 104   Dozên îtîraza wan hatiye kirin û hîna biryara wan nehatiye dayîn: 8   Dosyayên hatine girtin, rakirin:   Bi giştî: 459   Yên ji ber ditirsin û nakin meriyetê: 291   Dema doz berdewam dikin yên dest jê berdan jî: 14   Yên ku piştî riyên hiqûqî têk çûn dest jê berdan: 16   Piştî serlêdanê mexdurên xwe negîhandin saziyên fermî: 7   Mexdurên ku parêzerên wan dozê dişopînin:100   Mexdurên di encama şaşiya parêzeran de serlêdan nekirine: 2   Mexdurên bi doza xwe re eleqeder dibin: 11   Ji ber kêmasiya delîlan yên serlêdan nekirin: 5   Beriya serlêdanê têkçûna riyên hiqûqî: 2   Dozên li Tirkiyeyê bi encam bûne: 9   Di encama mexdur bi gumanbar re zewicandin û ketina dozê: 1   Giştî hejmara miriyan: 10   Ji ber serlêdanên sûc rastî zextan hatin: 163