Ayşe Gokkan: Em ê kampanyayê bigihînin mîlyonan 2020-05-30 09:14:33   AMED - Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan der barê kampanyaya ‘piştevanî me dide jiyîn’ de axivî û got di serî de girtiyên jin û hemû girtiyên siyasî di bin rîskê de ne û got hedefa wan ew e ku kampanyayê bigihînin bi deh mîlyonan kesî.   Di nav de, rêxistinên jinan yên wekî, Free Women’s Movement (TJA), Kurdish Women’s Movement – Europe (TJK-E), RONAK, CENÎ - Kurdish Women‘s Office for Peace, International Women’s Alliance (IWA), Women Democratic Front Pakîstan (WDF), Ruba odeh Palestine, Abya Yala Feminists, National Front for Egyptian Women, Moroccan Association for Progressive Women, Revolutionary Association of the Women of Afghanistan RAWA, Collective of Support for Women Prisoners in Aragon (C.A.M.P.A.), Leyla Khaled, Janet Biehl, Margaret Owen, Khadîja Ryadî, Karîma, Hafnawî, Selay Ghaffar, Weeda Ahmad, Dr. Azîz Rhalî, Atîka Ettaîfî jî heye, bi armanca piştevaniya girtiyan û ji bo dengê wan bidin bihistin hefteya borî kampanyaya ‘piştevanî me dide jiyîn’ dan destpêkirin.   Tevgera Jinên Azad (TJA) jî îmze avêt kampanyayê û bang kir ku her kes piştgiriyê bidin kampanyayê. Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan der barê kampanyayê de agahî da û banga piştevaniyê dubare kir.   ‘ Divê dewlet daxwazan bibîhizin’   Ayşeyê destnîşan kir ku piştevaniya ji bo girtiyan gelek girînge û daxuyakirin ku tenduristî û jiyana girtiyan ji ber vîrusê di bin rîskek cidî de ye û got: “Ji ber vê kampanya gelek girîng e. Em wek TJA’yê  em ê di organîzasyon û meşandina kampanyaya ku rêxistinên jinan yên navneteweyî daye destpêkirin de rolek girîng bilîzin. Em bi sazî, partî û rêxistinên jinan re demek dirêje di têkiliyê de ne. Ji bo girtiyên siyasî yên wekê Fîlîstîn, Misir, Pakistan û Tirkiyeyê di mijara ku em dikarin çi bikin de nîqaş û hevdîtin hatin kirin. Jinên cîhanê cara yekem di mijarekê de di piştevanî û rêxistinbûnê de wê dengê xwe bilind bikin. Divê dewlet jî xwedî li vê kampanyayê derkevin, daxwazan bibîhizin.”   ‘Jiyana wan di bin rîskê de ye’   Ayşeyê bi lêv kir ku van roja jiyana girtiyan di bin rîske de ye û di pêvajoyeke wisa de girtiyên edlî hatine berdan û berteka xwe wiha anî ziman: “Lê kedkar, ekolojîst, siyasetmedar, akademîsyen, xwendekar û parêzvanên mafên mirovan  li girtîgehan bi mirinê re anîne rû hev. Daxwaza me eve ku ji bo berdana muxalîf û girtiyên siyasî her kes tevlî kampanyayê bibin.”   ‘Em kampanyayê bigihînin mîlyonan’   Ayşeyê bi lêv kir ku di çarçoveya kampanyayê de sê daxwazên wan hene û wiha berdewam kir: “Ya yekemîn ev e ku dengê girtiyan bigihêje derve. Ya duyemîn jî li hemû welatan li dijî polîtîkayên girtîgehan kampanya bê destpêkirin û ya sêyemîn jî NY, Komîsyona Pêşîgirtina Îşkencê (CPT), Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û saziyên din ji bo berdana girtiyên siyasî rayagiştî ava bikin. Em dixwazin kampanyayê demdirêj bigihînin serkeftinê. Me bi zimanê welatan kampanya parve kir. Me ji van saziyan xwest ku îmzeyê bavêjin binê kampanyayê. Divê em bi deh mîlyonan îmzeyan kom bikin ku bibin dengê girtiyan. Em bi taybet bang li jinan dikin. Divê xwedî li vê kampanyayê derkevin û belav bikin.”