Hevserok tecrubeyên xwe vedibêjin (3) 2020-05-30 09:06:00   ‘Em bi zextan re rûbirû man lê me serî netewand’   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevsroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel der barê hevserokatiyê de wiha got: “Di pêvajoya nîqaşên pergala hevserokatiyê de em bi zextan re rûbirû man. Lê me jinan serî netewand. Pergala hevserokatiyê, ji bo jinan pêşerojek azad wê çawa be nîşan dide.”   Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel di 6’ê Mijdara 2016’an de hat girtin. Sebahat di 1998’an de di komîsyona Jinan a HADEP’ê de cih digire û li Stenbolê serokatiya HADEP a Esenlerê dike. Piştî HADEP tê girtin, di Komîsyona Jinan a Serokatiya DEHAP’a Stenbolê de cih digire. Her wiha yek ji endama damezerîner ya DTP’ê ye jî.   Li girtîgehê parlamenter hat hilbijartin   Di 2007’an li girtîgeha Jinan a Gebezeyê girtî bû û di Hilbijartinên Giştî yên serdema 23’emîn de ji 3’emîn herêma Stenbolê namzeta serbixwe hat nîşandan, 90 hezar û 244 deng girt û bû parlamenter. Sebahat hat tahliyekirin û derbasî BDP’ê bû û di hilbijartinên giştî yên dema 24’an de jî parlamenter hat hilbijartin. Di 2011’an de bi Ertugrul Kurkçu re hevberdevkiya KCD’ê kir. Di 2013’an de di lijneya Giştî ya Asayî ya HDP’ê de ew û Ertugrul Kurkçu dîsa hatin hilbijartin. Di 9’ê Tîrmeha 2017’an de di kongra DBP’ê de bi Mehmet Aslan re hevserok hatin hilbijartin.   Sebahat di 2016’an de hat girtin û darizandina wê hîna didome. Sê sal û nîve li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 1 a Kandiraya Kocaeliyê girtiye. Sebahatê hevserokatî û pirsgirêkên pê re hatine rû hev nirxand.   *Di HDP û DBP’ê de we hevserokatî kir. Di 2014’an de bi guherînê re hevserokatî fermî hat pejirandin. Di vê biryarê de çi bandor li tevgera siyasî ya kurd bû?   Gelê Kurd ku her tim bi înkar, asîmîlasyon û şîdetê re rûbirû hat, di têkoşîna azadî, demokrasî û wekheviyê de rola xwe ya di pêşerojeke azad de her tim girîng dît. Ji ber vê her tim got HEP, DEP, HADEP, DEHAP, DTP, BDP, HDP û DBP. Nîqaşên hevserokatiyê di navbera salên 2004-2005’an de bi Tevgera Civaka Demokratîk (DTH) û damezrandina DTP’ê de hatin rojeva Kurdan. Dema nîqaşên hevserokatiyê dihatin meşandn, der barê vekirina pêşiya siyaseta xitimiye, çareserkirina pirsgirêka kurd, demokrasiyê de nîqaş dihatin meşandin. Di van nîqaş û pêkanînan de divê keda Birêz Abdullah Ocalan jî bê gotin. Piştî tevlîbûna jinan û gelan a pêvajoyê bi Gelê Kurd re hêviyek derket holê.   * Di pêvajoya ku ev fikr derket holê de çi hat jiyîn? Hun bi kîjan pirsgirêkan re hatin rû hev?   Her vejînek nû bi êş e. Bêguman tiştek ne hêsan bû. Têkoşîna herî mezin carna di hundir de meşandine. Ez dikarim bêjim ku di pêkanîna hevserokatiyê de hêza jina rêxistinkirî, israra jinan û têkoşîna wan rolek girîng lîstiye. Piraniya pirsgirêkên wê demê hevseroka ewil Aysel Tugluk û meclîsa me ya jinan jiya. Bi DTH’ê re terza rêxistinbûn û siyasetek nû hat pêşxistin. Li şûna serokatiya giştî, hevserokatî û di hemû mekanîznameyand e ev pêk hat. Tevlîbûna jinan gelek girîng bû. Ji ber vê ji sedî 40 kota zayendî esas hat girtin. Ev di hemû mekanîznameyan de pêk hat.   Ev pêkanîn cara yekem li Tirkiyeyê pêk dihat, di qanûna partiyên siyasî yên heyî de cih nedigirt. Nedihat zanîn ku wê çawa bê pêşwazîkirin. Bêguman em bi pêvajoya pergala hevserokatiyê re bi zextan re rûbirû hatin lê me jinan serî netewand û meli ber xwe da.   *Çima di hevserokatiyê de israr hebû? Bandora pergala hevserokatiyê ya li ser destkeftiyên jinan çi bû?   Di dîroka mirovahiyê de ji Neolîtîkê heta îro jin xwedî kedek mezin e. Bi pergala serdest ya mêr re şîdet û binpêkirina li ser jinan her çûye zêde bûye. Ji ber vê jî tespîta ‘di qada polîtîk de destkeftî tunebe li tu qadê ne pêkane’ girînge. Divê beriya her tiştî jin xwe rêxistin bike. Pergalek alternatîf rêxistin bike. Divê di her qadê de tevlî mekanîzmayên biryarê bibin. Der barê jinan de her tim biryar tên girtin. Me jî bi pergala hevserokatiyê got em ji vê pêşketinê re bêjin êdî bes e. Destkeftiya herî mezin a pergala hevserokatiyê ev e k, li dijî zîhniyeta dixwaze mafê jinê binpê bike, wek kole bide jiyîn, got ‘ez jî heme’ û jinê ev li her qadê da xuyakirin, nûneriya jinê derxist pêş. Ev destkeftî jî wisa hêsan nehatin bidestxistin.   *Gelo pergala hevserokatiyê baş ji gel re hatiye vegotin? Di vir de bandora desthilatdariya siyasî çi ye?   Di nav gel de, bi gel re siyaset kirin, ji herêmê ber bi navendê rêxistinbûn gelek girîng e.Di civakîbûna pergala hevserokatiyê de û qadên jiyanê de pirsgirêkên rêxistinbûnê tên jiyîn. Lê ev rastiyeke pergala hevserokatiyê ji aliyê civakê ve hatiye qebûlkirin. Di vir de pirsgirêka esas ev e ku hevserokatî bi awayekî têr nehatiye sazikirin û îdeolojiya azadiya jinê baş runeniştiye. Îro ji bo tayînkirina qeyûman pergala hevserokatiyê hincet tê nîşandan û siyaseta me ya alternatîf desthilatdariyê gelek ditirsîne. Ji ber ditirsin jî êrîş dikin. Em serkeftina pergala xwe ya hevserokatiyê di êrîşên desthilatdariya faşîst ya AKP-MHP’ê de dibînin.   *Pergala hevserokatiyê ya berê jî gelek hat nîqaşkirin niha bû hincetên tayînkirina qeyûman. Hun vê bi çi ve girê didin?   Pergala hevserokatiyê ji bo demokratîkbûna siyaset, tevlîbûna jinan a siyastê, pêşketina demokreasiya herêmî gelek bi nirx e. Ji ber pergala me ya hevserokatiyê tenê wekheviya jin û mêr pêk nayne, nûneriya baweriyan û gelan jî esas digire. Dîsa ne tenê li cihên temsîlî, bi kotaya zayendî ya ji sedî 50 li navenda giştî, rêveberiyên navçe û navendan, meclîsên tax û gundan pêk tê. Ev di heman demê de şoreşeke zîhniyetê ye.Ev darbeya herî mezin li serdestiya mêr ketiye. Ji ber vê jî wekheviya jinan ji bo pergalê wek tehdîd tê dîtin. Ji ber vê jî êrîşên destkeftiyên jinan dikin. lê bila guman tunebe ku wê karekterê jina kurd ji bo parastina destkeftiyên xwe her tim têkoşîn û berxwedana xwe bilind bike.   *Ji bo pergala hevserokatiyê zêdetir bê qebûlkirin û mayîndetir bibe pêşniyara we çi ye?   Ji bo çareserkirina kêmasiyan divê em têkoşîneke hîn bi bandortir bimeşînin. Pergala hevserokatiyê tevî hinek pirsgirêkan îro li hemû cîhanê bala hêzên demokrasî û azadiyê dikşîne.Ji ber vê divê pergala hevserokatiyê ne tenê di partiyên siyasî de di hemû qadan de bê rêxistinkirin, li hemû qadan divê jin gotina xwe bêjin, xwe rêxistin bikin, di mekanîzmayên pêkanîn û biryarê de cih bigirin.Divê ev pergal bêguman tenê bi kurdan sînor nemîne. Jİ bo pergala hevserokatiyê li her derê bikeve bin ewlehiyê jî divê zêdetir têkoşîn bê dayîn.   Nîşeya edîtor: Ev roportaj beriya pêvajoya pandemiyê hatiye girtin   Sibê: Hevseroka PYD’ê Eyşa Hiso, pergala hevserokatiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk ketiye vedibêje…