'Balafirên keşfê yên dewleta tirk agir bi zeviyan dixin' 2020-05-30 09:02:00   Ronîda Hacî   HESEKÊ - Kevokê Dahir a bû şahida kiryarên dewleta tirk û parastina zeviyên xwe û cîranê xwe ji şewatê kir wiha got: "Min bi çavên xwe dît balafirên keşfê zeviyan dişewitîne. Li dijî vê yekê min hewil da ku zeviyên xwe û yên cîranên xwe ji şewatê rizgar bikim."   Di sala 2019’an de bi hezaran donim zeviyên cotkaran, ji aliyê şaneyên razayî yên çeteyên DAIŞ’ê ve hatin şewitandin. Îsal jî şewat dewam dike lê bi rengekî din.Têkildarê vê mijarê Kevokê Dahir a ji gundê Til Necmê ya girêdayî Til Temirê ye ji Ajansa me re axivî.    'Balafirên keşfê yên dewleta tirk agir bi zeviyan dixe'   Kevokê diyar kir ku di sala borî de bi riya kesan zevî dihatin şewitandin lê di roja îro de bi rengekî dîtir tê şewtandin û wiha axaftina xwe bi lêv kir: "Niha dem dema çêbûna zeviyan û çinîna wê ye, çavê min li zeviyê me ye, nêzî 75 donim li gel me genim û ceh heye. Rojekê dengê balafira keşfê ya dewleta tirk dihat ez derketim û min lê meyze kir. Wê balafirê berê xwe da gundê nêzî me, piştî ku çend saetan geriya agir bi zeviyan xist. Ji bo ku zerer negihêje zeviyên din min bang li gundiyan kir û bi alikariya agirkujê me ew agir vemirand."   'Pêwîst e dewlet bêdengiya xwe bi dawî bikin'   Kevokê bal kişand ser bêdengiya Rûsya û Rêjîma Sûriyeyê û wiha got: "Niha dewleta tirk a dagirker gundewarê Til Temirê topebaran dike, ji aliyekî din ve jî bi riya balafiran agir bi zeviyên me dixe, çima heya niha Rûsya û Rêjîm bêdeng mane. Pêwîst e ev bêdenge bi dawî bibe. Pêwîst e dewlet bêdengiya xwe bi dawî bikin û rê li ber êrîş û zerara ku dighînin cotkaran bigirin."   'Parastin di şexsê jinê de li pêş dikeve'   Kevokê da zanîn ku parastina zeviyên xwe û cîranên xwe jî dike û wiha pê de çû: "Dema em bi rojî jî bûn her çavên min li zeviyan bû û min parastina erdê xwe û cîranê xwe jî dikir, ji ber ku zerara ku bigihêje cîranê min dê bigihêje min jî, her ku dengê balafira keşfê ya dewleta tirk tê ez bi lez derdikevim û li derdora xwe dinêrim da ku ez bikaribim rê li ber şewatê bigirim. Di vê demê de parastin girîng e. Pêwist e her kes li keda xwe xwedî derbikeve û erdê xwe biparêze."   'Dema şewat çêdibe gundî dikevin nava tevgerê'   Kevokê diyar kir ku dema şewat derdikeve hemû kes alîkariya hev dikin û wiha dewam kir: "Dema şewat li gund çêdibe an jî li gundê nêzî me çêdibe hemû welatî dikevin nava tevgerê û bi yek rihî hewildana vemirandina agir dikin. Ji aliyekî din d jî meclisa bajêr û  saziya çandiniyê kengî be agir hebe em bi wan re diaxivin agirkujê ji me re rêdikin da ku zevî neşewitin û agir vemirînin. Em spasiya keda wan dikin ku ji bo zerar negihêje me şev û roj di nava tevgerê de ne."   'Parastin dê kiryarên dewleta tirk têk bibe'   Kevokê axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dewleta tirk her dixwaze zerarê bigihîne me, zeviyên ku cotkar bi salane li ser dijî û debara xwe dike dişewitîne, ew bi çi rêbazî be dixwaze me ji welatê me koçber bike, lê em vê yekê qebûl nakin û em ê parastina zeviyên xwe û xaka xwe ji dagirkeriyê bikin. Ez bang li her kesî dikim ku xwedî li keda xwe derkevin û  dema balafirê keşfê tên hişyar bin."