ROJEVA 30 ’ê GULANA 2020’AN 2020-05-30 09:00:00   *Jina bi navê Îlham Kalaş a ku ji Gundê Girzerikê ye û li Sinûnê dijî têkildarî wêneyên ku çêdike anî ziman ku ew gelekî ji hunerê hez dike û got:"Ez di wêneyên xwe de êşa civaka Êzidî xêz dikim. Ez bi hunera xwe êşa Êzidiyan radixînim ber çavan. Huner hêzê dide min." DÎMEN HEYE   *Kevokê Dahir a bû şahida kiryarên dewleta tirk û parastina zeviyên xwe û cîranê xwe ji şewatê kir wiha got: "Min bi çavên xwe dît balafirên keşfê zeviyan dişewitîne. Li dijî vê yekê min hewil da ku zeviyên xwe û yên cîranên xwe ji şewatê rizgar bikim." DÎMEN HEYE   *Hunermenda ciwan a bi navê Yasmîn Koşan li ser xebata xwe ya hunerî axivî û got: "Huner bi dengê jinê watedar e û wateyek xweş dide jiyanê." DÎMEN HEYE   *Hevsroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel der barê hevserokatiyê de wiha got: “Di pêvajoya nîqaşên pergala hevserokatiyê de em bi zextan re rûbirû man. Lê me jinan serî netewand. Pergala hevserokatiyê, ji bo jinan pêşerojek azad wê çawa be nîşan dide.”   *Rukena ku dê û bavê wê hatin girtin, barê sê xwişk û birayên wê, yên li malê ket ser milê wê. Rukenê diyar kir ku barekî giran li ser milê wê ye û got hêviya wan ji qanûna înfazê nemaye û got dengê wan nayê bihistin. DÎMEN HEYE   *Latîfe Aydin ku hem kur, hem nevî û hem jî biraziyê wê girtîne wiha bang kir: “Yên dijminahiya Gelê Kurd dikin, ne edeletê ne jî qanûnan gûhdar nakin. Divê em jiyana zarokên xwe biparêzin. Divê em deng bidin dengê girtiyan.” DÎMEN HEYE   *Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan der barê kampanyaya ‘piştevanî me dide jiyîn’ de axivî û got di serî de girtiyên jin û hemû girtiyên siyasî di bin rîskê de ne û got hedefa wan ew e ku kampanyayê bigihînin bi deh mîlyonan kesî. BI DÎMEN   *Rojnameger Ferda Yilmazoglu û Seyhan Çîçeklî ya HDP’î ku girtî ne 22 meh şûnde der barê wan de îdianame hat amadekirin. îfadeyên 5 kesên ku der barê Ferda û Seyhanê de dane de balê dikşînin û her wiha pîrozbahiya 8’ê Adarê û ajanda telefonê sûc hat hesibandin.    *Çanda çêkirina merşan ku yek ji kevneşopiya herî kevn a Gelê Kurd e, li gundê Elemûnê yê navçeya Qilebanê ji aliyê jina bi navê Şîrîn Temel ve berdewam dike. Şîrînê anî ziman ku çêkirina merşan gelek zehmete û wiha got: “Çanda çêkirina merşan ber bi winda bûnê ve diçe. Tişta mirovl li ser piyan dihêle çande divê mirov xwe dî li çanda xwe derkeve.” DÎMEN HEYE *Hunermend Nuran û Seher Stran diyar kirin ku huner bîr û hişmendiya civakê ye û wiha gotin: “  Divê hunermend bê hilberîn neminin, ji ber ku hilberîn li hemberî zext û zordariyan bersîva herî xurt e.”   *Çîrokbêj Devrîm Demîr anî ziman ku divê çi di tûrikê kê de hebe derxîne û wiha got:"Carna hinek gavên pir biçûk jî xizmeta tiştên pir mezin dikin. Bi kurdî bijîn, ji dewlemendî û xweşiya ziman û folklora kurdî bêpar nemînin."   *Hevşaredara HDP'ê ya  Colemêrgê Humeyra Armut ku qeyûm tayînî şuna wê hat kirin der barê polîtîkayên ku  qeyûm li bajêr dide meşandin axivî û got:" Saziyên ku bi qeyûm re dixebitin li gel hatina me alîkariya xwe ya  bi şaredariyê re qut kirin Îro jî tişta ku qeyûm nikare bike ji hêla van saziyan ve tê kirin û ev jî wekî ku qeyûm van xebatan  dike tê nîşandin.” DÎMEN HEYE   *Parêzer Sevînç Hocaoglullari şîdeta polîsan a di pêvajoya pandemiyê de zêde bûye nirxand û da zanîn ku şîdeta polîsan ku veguheriye dozê jî bi bêcezabûnê bi encam bûye û got: “Rapor bi talîmatan tên sererastkirin. Delîl tên tunekirin an jî bi raporan dilîzin.” DÎMEN HEYE   *Buroya Alîkariya Hiqûqî ya Li Dijî Êrîşên zayendî û Tecawizê ya Di bin Çavan de, da zanîn ku di navbera 1997 û 1’ê Nîsana 2020’an de 688 jin di bin çavan de û li girtîgehan bi êrîşa zayend3i re rûbirû mane û tecawizî wan  hatiye kirin û 684 xebatkarên dewletê li dijî jinan sûcên zayendî kirine.