Ji bo Gulnûra ku hatî kuştin banga bêdeng nemînin hat kirin 2020-05-29 16:28:26   MANÎSA - Gulnûr Kocabaş ji aliyê hevalê xwe ve hat kuştin û jinan kuştina Gulnûrê şermezar kirin û gotin: "Em ê ji bo Gulnûrê bêdeng nemînin."    Li Manîsayê Meclîsa Jinan û Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, derbarê Gulnûr Kocabaş a ji aliye hevalê xwe ve hat kuştin de daxuyanî dan çapemeniyê. Jinên li cihê Gulnûr hatî qetilkirin kom bûn û pankarta “Em ê ji bo Gulnûr Kocabaş bêdeng nemînin” vekirin.    Hevala Gulnûr a kar Yelîz Kurt li ser navê jinan axivî û wiha got: “Tundiya li dijî jinan her roja diçe zêdetir dibe. Dewleta desthilatdar a ku Peymana Stenbolê bi cih nayîne, tundiyê weke rêbaza çareseriyan pirsgirêkan dibîne. Di pêvajoya pandemiyê de, mal bûn cihên tundiyê.    Ji bo jinan em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Ji ber polîtîkayên ne cezakirinê tundiya li dijî jinê zêdetir dibe. Ji ber nêrîna zilam, mekanîzmayên têkoşîna li dijî tundiyê bêfonksiyon dimînin. Tundiya li dijî jinan, ji êrîşên li dijî destkeftiyên jinan ne cudatire. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî vê dewam bikin. Em ê beng nemînin."