Rapora Girtîgeha Sîlîvriyê: 15 koxûş di karantînayê de ne 2020-05-29 15:01:19   ENQERE - Derbarê rewşa Girtîgeha Sîlîvriyê de Parêzvanên mafên mirovan, malbatên girtiyan û hiqûqnasan raporek amade kirin û gotin: "Ji ber kêmbûna tedbîran li girtîgehê zêdeyî 107 nexweşên bi vîrûsê ketine hene. 15 koxûş jî di karantînayê de ne.   Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya MED (MED TUHAD-FED), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), têkildarî serdana 22'yê Gulanê ya li Girtîgeha Sîlîvriyê raporek amade kirin.   15 koxûş di karantînayê de ne    Di raporê de hat ragihandin ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Hejmara 7 a Sîlîvriyê, bi 5 girtiyan re hatiye axaftin û hatiye gotin, li koxûşekê 38 kes tên hiştin û pirsgirêkên kuxikê hene. Di raporê de hat gotin ku li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 7'an 15 koxûş di karantînayê de ne û 107 girtî jî bi nexweşiya vîrûsa koronayê ketine.   'Tedbîr negirtin!'   Di raporê de hat diyarkirin ku girtî nikarin bi hêsanî malzemeyên paqijiyê yên şexsî peyda bikin û girtî 2 meh in dernaxînin revîreyê, rojnameyan jî nadin wan. Di raporê de hat zanîn ku hin gardiyan maske û lepikan bi kar naynin, dermankirin û dezenfektekirin jî bi têrkerî nehatiye kirin, guhertina qawîşan kiriye ku vîrûs belav bibe û nikarin xwe bigihînin doktoran.   Di raporê de wiha hat gotin: "M.F.Ç. û A.K. ji roja ku hatine girtin 80 roj in li hucreya yek kesî tên hiştin" û parêzer jî nikarin bi hêsanî hevdîtinê bi muwekîlan re bikin." Di raporê de hate gotin rewşa stokê ya li kantînan kêm e û tiştên divê bên kirin destnîşan kir;    *Kelûpelên paqijiyê radestî girtiyan bên kirin,    * Bi têrkerî paqijî bê kirin,    * girtiyên nexweş, extiyar, bi zarok û ducanî bên berdan,   * Pêşniyarên TTB'ê li ber çavan bên girtin û raya giştî bê agahdarkirin."