'Têkoşîna jinan bi zextan nayê rawestandin' 2020-05-29 14:37:31   MÊRDÎN - Platforma Demokrasî û Kedê ya Mêrdînê, girtina 12 siyasetmedar û aktivîstên jin şermezar kir û got: "Têkoşîna jinan bi zext û zordariyan nikarin rawestînin. Divê demildest kesên ku hatin girtin serbest bên berdan.    Platforma Demokrasî û Kedê ya Mêrdînê, derbarê şîdeta li hemberî jinê, operasyona ku li hemberî Komeleya Jinan a Rosa û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyanî li avahiya Şaxa Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Mêrdînê hat dayîn. Endamên platformê û parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Mêrdînên Pero Dundar û Ebru Gunay tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla endama Meclîsa Jinan a KESK'ê Gulîzar Îpek ve hat xwendin.    Gulîzar, di daxuyaniyê de bal kişand ser girtina 12 kesan û got: "Jinên ku li dijî şîdetê têdikoşîn her tim dibin hedefa îqtîdarê. Îqtîdara ku tecawizkarên zarokan efû dike û destûr dide ku tecawizkar di nava civakê de bigere, peyamek dide jinên ku li dijî şîdet û êrîşan têdikoşe. Bi operasyonan dibêje ku dê zext û zordarî zêdetir bibe û her wiha cihê jinan di nava civakê de nemîne. Xebatên civakî yên ku di çarçoveya qanûna de pêk hatî wekî hincet hatin nîşandan û hatin girtin. Bi vê polîtîkayan dixwazin civakê bêdeng bikin."    Gulîzar, diyar kir ku jinên ku bi şîdetê re rûbirû dimînin li vî welatî ji hêla darazê ve di nava civakê de wekî sûcdar tên nîşandan û wiha axivî: "Niha di qada hiqûqê de wekhevî nîne û pergal li dijî jinan dixebite, sererastkirinên niha tên kirin tenê jinê ceza dike. Em dibêjin divê jin serbest bên berdan. Em êrîşên li hemberî jinê bi tu awayî qebûl nakin. Em wekî Platforma Demokratî û Kedê ya Mêrdinê daxwaza berdana wan dikin."    Daxuyanî bi dirûşma " Jin jiyan azadi” bi dawî bû.