Platforma Jinê ya Enqereyê: Em serî natewînin em ê têbikoşin 2020-05-29 14:25:51   ENQERE - Platforma Jinê ya Enqereyê bertek nîşanî girtina jinan a di çarçoveya operasyona li dijî TJA û Komeleya Jinê ya Rosayê pêk hat, da û got:"Em serî natewînin em ê têkoşîna ji bo azadiyê mezin bikin."    Platforma Jinê ya Enqereyê bertek nîşanî girtina jinan a di çarçoveya operasyona li dijî TJA û Komeleya Jinê ya Rosayê pêk hat, da û li Mor Mekanê daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de pankarta "Têkoşîna jinê nikare bê darizandin" hat hilgirtin. Endama platformê Buse Uçer daxuyanî xwend.    'Belgeyên tundiya li ser jinê ji aliyê ekîbên zextê hatin desteserkirin'   Di daxuyaniyê de hat gotin:"Di dema serdegirtinê de polîsan bêyî parêzerên komeleyê dest dan ser evraqên fermî yên komeleyê. Belgeyên tundiya li ser jinê ji aliyê ekîbên zextê hatin desteserkirin. Komeleya Jinê ya Rosayê piştî girtina komeleyan a bi biryara KHK'ê tenê komele ye ku li dijî tundiya jinê disekine û mafê jinê diparêze."   'Bi operasyonan dixwazin jinan biçewisînin'   Di daxuyaniyê de hat gotin ku jin dixwazin bên çewisandin û wiha dewam kir:"Bi pirsa "Armaca wan a tertîpkirina 8'ê Adarê çi ye? " dixwazin 8'ê Adarê krîmînalîze bikin. Em ê di 8'ê Adarê de her li qadan bin. Rêxistinbûyina jinê wekî sûc dihesibînin. Em ê bi înat dîsa diqêrin û dibêjin em ê tu carî dev ji parastina mafên xwe bernedin. Em ê li dijî her cure tundiya mêr-dewletê li qadan bin."   'Em serî natewînin em ê têbikoşin'   Her wiha di daxuyaniyê de peyama berdewamiya têkoşînê hat dayin û wiha hat bidawîkirin:"Derbarê kesên tecawizkar û tundiyê pêk tînin de dest bi lêpirsînê bikin, ne di derbarê kesên ku aştiyê diparêzin. Ne têkildarî kesên dibêjin "Gulistan li ku ye" derbarê kesên Gulistanê winda kirine de dest bi lêpirsînê bikin. Em serî natewînin em ê têkoşîna ji bo azadiyê mezin bikin."