'Dewleta tirk gundê me topbaran dike û zeviyên me dişewitîne' 2020-05-29 09:14:44   Xezne Celal   KOBANÊ - Jina bi navê Nadiya Osman derbarê topbarankirina gundê Borazê û şewitadina zeviyan de wiha got: "Salekê sax em xizmeta zeviyên xwe dikin ji bo ku pê debara jiyana xwe bikim, lê em dibînin ku di nava seatekê de bi topbarana dewleta tirk re zeviyên me tên şewitandin û keda me ya salekê diçe."   Dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê di van rojên derbarasbûyî de gundê Boraz, Ceb El-Ferec, Şêxler, Qûmlix, Êlecax, Aşme, Derbazinê, Cibnê û Pêndir ên navçeya Qinê li Rojavayê Kobanê bê navber topbaran kirin. Di encma topbaranê de li gundê Şêxler du endamên Heyva Sor û endamê Rehbê(tamirxane) Firat Kurdistanê birîndar bûn, birîndar li nexweşxaneya Kobanê dihatin dermankirin. Lê ji ber ku rewşa Firat Kurdistan giran bû, jiyana xwe ji dest da. Her wiha di encama topbarana dewleta tirk  ali ser gundewarên navçeya Qinê de bi sedan hektarên ceh û genim hatin şewitandin.    Hêjayî bi bîrxistinê ye ku dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê bi topan êrîşî gundên navçeya Eyn Îsa û Girê Spî dikin, di encama topbarankirinê de agir bi zevî û malên welatiyan dikeve. Dewleta tirk di 21'ê Gulanê de gundê Xalidiyê û Hoşan topbaran kirin, di encamê de zeviyên welatiyan şewitî, bi hewayê re agir belav bûn û gihişt malên welatiyan û welatî neçar man malên xwe vala bikin. Her wiha di 22'ê Gulanê de gundê Şergirat ê rojavayê Eyn Îsa tobparan kir û di encamê de agir bi zeviyan ket. Di heman rojê de gundê Mieliq ê bakurê Eyn Îsa yê ji aliyê dewleta tirk û hevkarên wê ve hat topbaran kirin, di encamê de agir bi zeviyên welatiyan ket.   Jina bi navê Nadiya Osman a ji gundê Borazê yê girêdayî navçeya Qinê ya li Rojavayê Kobanê di derbarê topbarankirina gundê Borazê û şewitandina zeviyan de wiha got: "Di meha Gulan û Hezîranê de em dest bi berhevkirina berhemên xwe ku salekê em ked di ber de dibînin, dikin. Dewleta tirk a dagirker û hevkarên wê di van rojên derbasbûyî de gundê Borazê û gundewarên navçeya Qinê topbaran dikin. Di encamê de bi sedan hektarên ceh û genim tên şewitandin. Salekê sax em xizmete zeviyên xwe dikin ji bo ku pê debara jiyana xwe bikim, lê  em dibînin ku di nava saetekê de bi topbarana dewleta tirk re zeviyên me tên şewitandin û em nikarin tiştekî bikin."   'Em ê parastina axa xwe bikin'   Nadiye diyar kir ku armanca dewleta tirk koçberkirina wan e û wiha got: "Em di axa pîr û kalên xwe de ne, dewleta tirk çi ji me dixwaze? Çima her roj êrîşî me dike? Dewleta tirk a dagirker bi van kiryarên xwe yên ne mirovî dixwaze tirsê têxe nav welatiyan û me bide koçberkirin. Lê em axa pîr û kalên xwe ji dewleta dagirker a tirk û hevkarên wê re nahêlin, em ê heta kêliya dawiyê ji jiyana xwe parastina vê axê bikin."