‘Ger em armancên xwe bikin yek em dikarin yekîtiya xwe ava bikin’ 2020-05-29 09:13:22   Lîlav Elî    ŞEHBA - Berdevka Dîwana Meclîsa Sûriya Demokratîk Zeyneb Qember, mijara Yekrêziya Kurdî nirxand û balkişand ser girîngiya çareseriya pirsgirêka kurd a di Sûriyeyê de û wiha got: "Yekîtiya kurdî mayindekirina çareserkirina pirsgikrêka kurd a di Sûriyeyê de ye. Ger em armancên xwe bikin yek em dikarin yekîtiya xwe ava bikin."   Mijara yektiya kurdî mijareke serekeye ji bo çareserkirina pirsgirên kurd û nakokiyên di navbera wan de. Ji bo kurd di xaka Rojhilata Navîn de û taybet di Sûriyê de  hebûna xwe mayinde bikin yekîtî û nêrîneke hevbeş pêwist e.   Mijareke herî girîng jê mijara yekîtiya gelê kurd e. Di salên dawî de ji bo yekîtiya kurdî gelek gavên girîng hatin avêtin. Têkildarî mijarê Berdevka Dîwana Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD)’ê Zeyneb Qember nirxandin kir û ji me re parve kir.    ‘Yekîtiya kurd gihandina xeta azadî û demokrasiyê ye’   Zeyneb di destpêka axaftina xwe de balkişand ser girîngiya çareseriya pirsgirêka kurd a di Sûriyeyê de û wiha got: "Ji bo ku dawî li aloziyên ku  niha em tê de dijîn were yekîtiya kurdî pêwist e. Em niha di demên pir hesas de derbas dibin. Îro em rastî êrîşeke hovana a ser hebûna me tên, ji bo wê yekrêziya kurdî wê rê li ber van hemû kiryaran bigire. Yekîtiya kurdî gihandina xeta azadî û demokrasiyê ye. "   ‘Ger em armancên xwe bikin yek em dikarin yekîtiya xwe ava bikin’   Zeyneb di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku nîşaneya demokrasî û wekheviyê avakirina Kurdistaneke wekhev e û wiha domand: "Dema ku  em armancên xwe bikin yek em dikarin yekîtiya xwe ava bikin. Divê em gor berjewendiyên gelê xwe tev bigerin û nakokiyên biçûk bidin alî. Divê em ji bo Kurdistana azad rêxistin û hevgirtina xwe xurt bikin. Ji bo kurd di Sûriyeyê de hebûna xwe biparêzin yekîtî pêwist e. "     ‘Parastina nirxê gelê me erka me ye’   Zeynebê di nava nirxandinên xwe de destnîşanî berxwedana Gelê Kurd a li hember kiryarên hovane kir û wiha dom kir: "Sedsala 21’an sedsala serkeftinên Gelê Kurd bû. Em dikarin bêjin ku kiryarên ku li hember me tên kirin  hedefgirtina destkeftiyên Gelê Kurd e. Li herêmên me berxwedaneke bê hempa li hember pilan û kiryarên hovane hat meşandin û gelê me bi israreke xurt li ber xwe da. Ji bo jiyaneke bi rûmet û azad me dikarîbû civaka xwe li gor sîstemeke demokratîk bi rêxistin bikin. Parastina nirxê gelê me erka me ye. "   ‘Di nîqaşên çareseriyê de jinê pêşengtiya qada siyasetê kir’   Zeyneb pêşengtiya jinê ya di qada siyasetê ya ji bo çareseriyê bi bîr xist û ev tişt got: "Jina kurd di nava şoreşê de weke pêşenga civaka bi rêxistinkirî hat pênasekirin. Jinê dikarîbû bibe beşeke girîng ji xalên çareseriyê û jêre pêşengtî jî kir. Pêwist e em vê yekê ji bîr nekin ku jin bingeha avakirina şoreşê û pêşveçûna wê bû. Jinê mohra xwe li dîroka vejîn û azadiyê da û bi xwe re jî tevahî jin hînî fikirê azad kir. Ez bawer im çareseriya yekrêziya kurdî jî wê jin têde pêşeng be."   ‘Yekrêziya me li hember dijmin serkeftina herî mezin e’   Zeyneb di dawiyê de bang li partiyên siyasî kir ku hevgirtin û yekîtiya xwe ava bikin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Yekîtiya kurdî mayindeya çareserkirina pirsgirêka kurd a di Sûriyeyê de ye, ji bo wê em dikarin bi rihekî hevbeş yekîtiya xwe ava bikin. Bi yekîtiyê re em dikarin aramiyê ji gelê xwe re bînin û xwestekên wan bi cih bikin. Yekrêziya me li hember dijmin serkeftina herî mezin e."