Qeyûm talîmat da: Bila li kolan û refujan bixebitin 2020-05-29 09:07:20   Şehrîban Aslan   ÊLIH - Piştî qeyûm tayînê şaredariya Êlihê ya HDP’ê bû şûnde, jinên di Navenda Şêwirmendiya Jinan a SELÎS’ê de dixebitin, dan beşên din û ji bo midûriyetê jî mêr hat tayînkirin. Hulusî Şahîn yên wek qeyûm hat tayînkirin jî talîmat da ku jin li kolan û refujan bixebitin.   Di 23’ê Adarê de ji bo şaredariya HDP’ê ya Êlihê qeyûm hat tayînkirin û hedefa ewil a qeyûm Navenda Şêwirmendiya Jinan bû. Jinên li SELÎS’ê dixebitîn ewil li Midûriyeta Karsaziyê û piştre jî li Midûriyeta Park û Baxçeyan hatin peywirdarkirin.   ‘Bi telefonê agahî dan’   Gulcan Demîr Arslan ya li SELÎS’ê dixebitî şandin Midûriyeta Park û Baxçeyan diyar kir ku navenda jinê ya di dema qeyûm de hatibû girtin piştî hilbijartinên herêmî yên 2019’an şûnde dîsa hatiye vekirin û ketiye xizmetê û got: “Piştî qeyûm hat ez derketim destûrê. Di vê pêvajoyê de ez hîn bûm ku du caran cihê peywira min hatiye guhertin. Ewil ez dam Midûriyeta Park û Baxçeyan. Bi telefonê geriyan û gotin nivîsa we hatiye derketin.”   ‘Pirsgirêka tenduristiyê hat piştguhkirin’   Gulcanê bi lêv kir ku berê ji ber tumor di mêjiyê wê de bûye emeliyet bûye û hîna pirsgirêkên wê didomin û got: “Tevî van pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê qeyûm piştguh kir. Cihê min guhertin. Bi hevalên ku cihên me guhertin re roja çarşemê gazî me kirin. Ji me re gotin ‘Talîmat hatiye ku hûn li cade û refujan bixebitin.’ Her wiha dîsa bi zanebûn midûrê mêr tayînê şûna min kirin. Armanca vê jî ev e ku pêşî li xebatên jinan bigirin.”