Pinar Aydinlar: Êrîş wê bi jinan şûnde gavê nede avêtin 2020-05-29 09:05:06   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Hunermend Pinar Aydinlar diyar kir ew û zarokên wê ji ser hesabê çapemeniyê ya bi navê ‘JÎTEM’ hatine tehdîdkirin û got: “Zext û tirs nikare me biçewisîne. Em ê li dijî her cureyê êrîşên qirêj têkoşîna xwe bidomînin.”   Di çapemeniya AKP’ê de Sevda Noyan der barê darbeyê de tehdîdên weke ‘malbata min dikare 50 kesî bibe’ kiribû û piştî vê li şûna lêpirsîn bê vekirin, li ser çapemeniya civakî gelek kes rastî heman tehdîdan hatin.Alîgirên AKP û MHP’ê jin hedef girtin û seroka CHP’ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu, rojnameger Nevşîn Mengu, hunermend Berna Laçîn û gelek jinên din rastî tehîdan hatin. Hunermend û siyasetmedar Pinar Aydinlar û zarokên wê jî ji hesabên bi navê ‘JÎTEM’ rastî tehdîdan hatin.   Ev ne êrîşa ewil e’   Pinarê bi lêv kir ku ew cara ewil bi van êrîşan re nayên rû hev û got: “Em dizanin ku em di riyek dirêj û zehmet de ne. Lê ji bo jiyanek nû îdiaya me heye. Ya girîng têkoşîna rêxistinkirî ya jina ye, divê hêza xwe bizanibin. Ji ber li Mereşê tevlî berxwedana gel bûm ez terorîst hatim îlankirin. Buxtan li min kirin. Hêza wan li ser tiştên sexte hatiye avakirin. Lê em ne wisa ne. Em ji bo jiyanek bi rûmet têdikoşin.”   ‘Tecawizkaran berdidin’   Pinarê anî ziman ku pergala serdest ya mêr bedena jinê wek meta dibîne û li ser vê jî polîtîka derdixe û got: “Berdana tecawizkar û gumanbarên îstîsmarê, derxistina qanûna îstîsmarê jî nîşaneya vê ye. Ewil jin ji kar tên avêtin. Yên ewil tên binpêkirin jin in. Yên bedena wan tê bikaranîn jin in. Lê hêza jinê her tim mêr tirsandiye.”   ‘Divê jin zêdetir di siyasetê de cih bigirin’   Pinarê operasyonên li hember Komeleya Jinan a Rosa û aktîvîstên TJA’yê pêk hatiye jî nirxand, balkişand ser girîngiya komelebûnê û got pergala komelebûnê her tim desthilatdarî tirsandiye. Pinarê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê jin zêdetir di siyasetê de cih bigirin. Ev tehdîd di şexsê Pinarê de li hemû jinên Kurd, Elewî û Kizilbaş hatiye kirin.”