'Destên xwe yên qirêj ji ser bedena jinê û zarokan bikşînin' 2020-05-28 16:39:09   STENBOL - Meclîsa Jinê ya KESK'ê ya Stenbolê di daxuyaniya derbarê Zeynep Şenyaşar de diyar kir ku berpirsê tiştên tên jiyîn hikûmet û polîtîkayên hikûmetê ye û hat gotin:"Destên xwe yên qirêj ji ser bedena jinê û zarokan bikşînin."   Meclîsa Jinê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkar a Cemaweriyê (KESK) li ser medyaya civakî daxuyaniya onlîne derbarê Zeynep Şenyaşar a ku ji aliyê mêrê bi navê Ahmet Kemaloglu ve hat qeilkirin, da. Di daxuyaniyê de berpirsiyariya îktidarê hat bibîrxistin. Di heman demê de di daxuyaniyê de zagona efûya îstismara zarokan jî hat bibîrxistin.    Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Tevî hemû îtirazan hukumetê pakêta înfazê ji meclîsê derbas kir û kesên ku sûc kiribûn serbest hatin  berdan. Dema derketin derve dîsa sûc kirin. Îktidar zagonên navneteweyî pêk nîne. Loma ev yek dibe sedema zêdebûna êrîşa zayendî ya li dijî zarokan. Divê zagona li dijî mafên zarokên keç neyê rojevê. Divê em bi hev re pêşî li xespa mafê jinê û zarokan bigirin."   'Em ê ji bo destkeftiyên xwe têkoşîna xwe bidomînin'   Em ê jin ji bo parastina destkeftiyên xwe têkoşîna xwe ya li her qadê bidomînin. Destên xwe yên qirêj ji ser bedena jinê û zarokan bikşînin. Bijî piştevaniya jinê. "