Parêzeran ji bo girtina 12 kesî îtiraz kirin 2020-05-28 13:42:18   AMED - Di çarçoveya lêpirsîna derbarê Komeleya Jinê ya Rosayê de 12 kes hatibûn girtin. Parêzeran ji bo girtina 12 kesî îtiraz kirin.   Di çarçoveya lêpirsîna derbarê Komeleya Jinê ya Rosayê de 18 kes hatibûn binçavkirin û jê 9 jin 12 kes piştre hatibûn girtin. Parêzeran ji bo girtina 12 kesî îtirazî 1'emîn Dageha Cezayê Sulhê kirin.    Parêzerê Gonul Aslan a Endama Meclîsa Şaredariya HDP'ê ya Rezan, Berdan Acun ji Ajansa Mezopotamyayê axivî û got:"Mafê me yê parastina bi tendurist tê astenkirin. Mafê me yê parastinê tê binpêkirin."   Parêzeran  anîn ziman ku ji ber der barê dosyayê de biryara veşartinê neye nizanin ku muwekilê wan ji ber çi tên darizandin.