Zarokê ku ket bendava Ilisûyê jiyana xwe ji dest da 2020-05-28 12:54:04   ÊLIH - Zarokê ku ket bendava Ilisûyê fetisî û jiyana xwe ji dest da.   Zarokê bi navê Emre Uzum ê 16 salî û hevalên wî ji bo hênik bibe li Bajarokê Qesirkê ya Bismilê ketin ava Bendava Ilısûyê. Emreyê ku ket avê winda bû û hevalên wî li ser vê yekê alîkarî xwestin. Malbat û hevalên Emre ew ji avê derxistin û bi wesayeta taybet ew birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê.    Emre tevî mudaxaleyan nehat rizgarkirin. Ew ê piştî karê otopsiyê cenazeyê Emre bivin Goristana Asrî ya Êlihê.