'140 donim ceh û genim tevî mala me şewitandin' 2020-05-28 09:07:45   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Malbata Wedha Xidir Hac ku ji ber kiryarên dij-mirovî ji gundê Sîbatiyê koç bûn lê teslîm nebûn û rêya berxwedanê hilbijartin,  li gundewarên Til Temirê konek vedan  û têkoşîna xwe ya li hember dagirkeriyê didomînin.   Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de, di pirojeya netewa demokratîk de dijiyan û roj bi roj jiyana xwe ber bi xweşiyê ve diçû loma bû hedef û  di 9'ê Cotmeha  2019'an dewleta tirk û hevkarên xwe  dest bi êrîşên li ser Serêkaniyê û Girê Spî kirin.   Di encama êrîşan de bi sed hezaran şênî neçarî koçberiyê bûn û roj bi roj pêla koçberiyê ji ber kiryarên dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê zêde bû. Yek ji wan malbatan jî malbata Wedha Xidir Hac, ji gundê   Sîbatiyê Rojava Bakurê navçeya Til Temir a ku niha di bin êrîşan de ye. Wedha 12 zarokên wan hene û hemî temenê wan di navbera salek heya 13 salî de ne. Wedha û malbata xwe li çolekê nêzî gundê Til Rumanê   tevî zor û zehmetiyan dijîn.    'Jiyana li gund bi nirx û bi wate bû'    Wedhayê bal kişand ser jiyana xwe ya berê û ev yek anî ziman: "Jiyana me li gundê me bi wate û nirxtir  bû. Em şev û roj bi çandinî û sewalkariyê re mijûl dibûn. Yên ku wate dida jiyana me keda me ya li ser axa me bû, me bi keda eniya xwe jiyana xwe didomand."   'Me her tişt li gundê xwe hişt'   Wedhayê kêliyên topbaran û êrîşên li ser gund wiha bi bîr xist û got: "Me her tişt li peyî xwe hişt. Em bi cilê xwe û zarokên xwe derketin. Wê demê zarokê min çend rojî bû ku ew jî bû şahidê dagirkeriyê û kiryarên dijmirovî yê li ser gund. Em ji tirsa ku çete me qetil û serjê bikin ji gund derketin. Li gundê me dayikek qetil kirin."   'Piştî koçberiyê me konek veda û jiyana xwe domand'   Wedhayê da zanîn ku ew piştî ji gund koç bûn li çolekê konek vegirtin û lê dijîn û wiha dom kir: "Piştî ku em 10 rojan li çiyayê Kizwanan man, me biryar da ku em li nêzî Til Temirê bi cih bibin, lê mal nebûn. Ji ber wê me çûwal kirîn, jê konek çêkir û niha em tê de dijîn. Di zivistana îsal de em bi zehmetiyên pir cidî re rû bi rû man, ji baranê, lehî heya birûskên ku zarokên me jê ditirsiyan."   '140 donim ceh û genim tevî mala me şewitandin'    Wedhayê got ku ne tenê zevî mala wê jî şewitandin û wiha dewam kir: "Min 140 donim erd ceh û genim çandin, ji ber dagirkeriyê em neçarî koçberiyê bûn, di 24'ê Gulanê de agahî hatin ku çeteyan zeviyên me û mala me jî şewitadine."   'Me cejin pîroz nekir'   Wedhayê derbarê cejna îsal de jî ev yek anî ziman: "Îsal me cejin pîroz nekir, yek ji ber em dûrî gundê xwe bûn û ya din jî aboriya me têrê nedikir ku em 12 zarokan bi cil bikin û şekiran bikirin. Zarokên cîhanê bi kêfxweşî û şekiran zarokên me jî bi girî û hesreta dûrî gund û axa xwe cejin pîroz kirin."   'Havîn tê û metirsî ji derketina mar û dûpişkan heye'   Wedhayê got ku havîna îsal wê pir giran be û metirsî ji derketina mar û dûpişkan heye û wiha domand: "Heya saetên nîvroj em ji germê difetisin, em rojan e zarokekî xwe digihînin nexweşxaniyê ji ber germa zêde û bi jehrî dikevin. Ruxmî wê jî em ê li ber xwe bidin heya ku em vegerin gundê xwe."   'Em ê vegerin û hilmeke paqij bikşînin kezeba xwe'    Wedhayê got ku hêviya wan  Hêzên QSD'ê ne û wiha dawî li gotina xwe anî: "Hêvî û baweriya me bi Hêzên QSD'ê heye ku ew ê axa me rizgar bikin da ku em vegerin gundê xwe. Çiqasî dereng be jî em ê vegerin   gund û dîsa hilmekê paqij jê bikşînin kezeba xwe."