Piştî Şuleyê 2 sal: Têkoşîna edaletê ya jinan didome 2020-05-28 09:06:47   ENQERE - Şule Çet piştî ku rastî êrîşa zayendî ya Berk Akand û Çagatay Aksu hatibû, hatibû qetilkirin. Di ser bûyerê du sal derbas bû. Îsal wê jin li malên xwe bi pêxistina findan Şuleyê bi bîr bînin.   Şule Çet di 28’ê Gulana 2018’an de ji aliyê Berk Akand û Çagatay Aksu ve ji katê 20’emîn yê plazayekê ve hatibû avêtin û qetilkirin. Dosya li ser ‘mirina biguman’ hatibû vekirin û piştî qetilkirina Şûleyê Berk Akand û Çagatay Aksu hatibûn binçavkirin. Gumanbar piştî îfadeyê hatibûn berdan lê li ser îtîrazan dîsa hatibûn binçavkirin û dîsa hatibûn berdan. Li ser bertekan cara sêyemîn hatin binçavkirin û hatin girtin. Jinan diyar kirin ku ‘êdî tehemula wan tune ku jinek din kêm bibe’ û tevlî rûniştinan bûn û li bendê biryara ku bê dayîn sekinîn.   Hewl dan xwe bêsûc derbixin   Rûniştina yekemîn li 31’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê di 6’ê Sibata 2019’an de hat dîtin. Gumanbar Berk Akand û Çagatay Aksu bi cil û bergên tîm tevlî rûniştinê bûn. Gumanbar Çagatay Aksu îdia kir ku ‘ew bi Şuleyê re wek xwişk û bira’ bûye. Çagatay ji bo pirsa serokê dadgehê ya weke ‘şopa dest û tiliyan li perwaza pacê nehat dîtin’ jî îdia kir ku ketiye şokê û bi alkol bûye. Her wiha peyamên ji hevala malê ya Şuleyê re jî şandibû jî înkar kir. Berk Akand jî di parastinê de îdia kir krîza sînîr derbas kiriye û ji ber muzîkê tiştek nebihîstiye. Ji bo DNA’ya li ser tiliyên Şuleyê hatiye dîtin jî got ‘temas bûye’.   Du caran kifşa cihê bûyerê hat kirin   Rûniştina duyemîn di 15’ê Gulanê de hat kirin û gelek jin tevlî rûniştinê bûn. Parêzerê malbata Şuleyê roja bûyerê li ser vîdeoyan vegot û got Şuleyê întîxar nekiriye. Parêzerên Gumanbaran jî îdia kirin ku Şuleyê întîxar kiriye û gotin divê dîsa cihê bûyerê bê kifşkirin.   Delîlên nû li dosyayê hatin zêdekirin   Piştî rûniştina hat taloqkirin, gelek delîl jî ketin dosyayê û delîlên herî girîng hatin windakirin. Parêzerên gumanbaran û gumanbaran hewl dan ku dosya demildest bê girtin.   Ji gumanbaran îdiaya ‘peyam hatine paqijkirin’   Biryar hat dayîn ku heyeteke kesên dizane ya ji 3 kesî pêk tê bê avakirin. Heyetê der barê rewşa derûniya Şuleyê de raporek amade kir û da dadgehê. Geşedana din ya dozê jî; hevdîtina telefonê ya ku Şuleyê bi hevala xwe re kiriye. Ji bo cara duyem telefona Şuleyê bê lêkolînkirin şandibûn Serokatiya Daîreya Krîmînal a Cendermeyan. Telefona hevala Şuleyê Lîlîa T jî şandibûn. Gumanbaran îdia kirin ku hevala Şuleyê hinek peyam paqij kirine.   Rapora der barê derûniya Şuleyê de jî ket dosyayê û piştî nêrîna pisporan hat tespîtkirin ku Şule ne keseke ku întîxar bike ye.   Heyeta dadgehê salek û nîv şûnde di rûniştina 6’emîn de biryar dan. Di biryara 4’ê Kanûna 2019’an de li Çagatay Aksu ji sûcên ‘êrîşa bi zanebûn, veşartina çalakiyê, ji qestî kes kuştin’ cezayê muebetê, ji êrîşa zayendî 10 sal û 6 meh, ji sûcê desteserkirinê 2 sal û 6 meh ceza birî. Ji bo gumanbar Berk Akand jî ji sûcê alîkariya ji bo Çagatay Aksu 12 sal û 6 meh, ji alîkariya sûcê êrîşa zayendî 5 sal ji sûcê kes ji azadiyê bêpar hiştin jî salek û 3 meh ceza hat birîn.   Gumanbaran bertek nîşanê heyeta dadgehê dan. Di 21’ê Çileyê 2020’an de her dua liyan jî biryar birin îstînafê. Di encamê de dozgerê komarê daxwaz kir ku sûcê Çagatay Aksu dakeve 39 salî û yê Berk Akand jî dakeve 31 salî. Dozger di daxwaznameya pêşkêşî dadgehê kir û got dest ji îstînafa biryarê berdaye û daxwazname vekişand.   Wê find bên pêxistin   Dosya Şuleyê hîna li îstînafê ye. Piştî Şuleyê kuştinên jinan berdewam kir. Têkoşîna jinan jî didome. Tevî hemû astengiyan jin dengê xwe bi awayekî bilind derdixin.   Jin wê di duyemîn salvegera qetilkirina Şuleyê de şeva çarşemê findan pêxin. Her wiha 29’ê Gulanê jî rojbûna Şuleyê ye.