ROJEVA 28’Ê GULANA 2020’AN 2020-05-28 09:00:00   * Zarokê bi navê Mihemed Salim anî ziman ku ew gelekî ji muzîkê hez dike lê ji ber êrîşên dewleta tirk gelek carî karê wî yê muzîkê hatiye astengkirin û wiha got: "Ez gelekî ji muzîkê hez dikim û dixwazim xeyalên xwe yên di qada pêşketina muzîkê de pêş bixim lê dewleta tirk a dagirker alavên min yên mûzikê hemû jî dizîn." DÎMEN HEYE   * Girtiyê bi navê Necdet Terlak li girtîgeha Tîpa L ya Rîzeyê dimîne. Dayika wî Nure Terlak diyar kir ku kurê wê di hevdîtina telefonê de diyar kiriye ku ji ber zextên girtîgehê êdî nikarin bêhna xwe bigirin û got: “Me çend daxwazname da. Me çend caran girtîgeh anî rojevê. Lê tevî vê zext kêm nabin.”   * Girtiyên jin yên di dîrokên cuda de hatibûn tahliyekirin, ji bo hevalên xwe yên di pêvajoya vîrusê de di girtîgehê de ne banga tahliyeyê kirin û diyar kirin ku divê di 3’yemîn pakêta darazê de hevalên wan jî hebin. DÎMEN HEYE   * Sekna, Jina ji Rengê Sor ya dema polîsan gaz davêt tu car tawîz neda, di çalakiyên Gezî de bû sembol.   *Şule Çet piştî ku rastî êrîşa zayendî ya Berk Akand û Çagatay Aksu hatibû, hatibû qetilkirin. Di ser bûyerê du sal derbas bû. Îsal wê jin li malên xwe bi pêxistina findan Şuleyê bi bîr bînin.   * Malbata Wedha Xidir Hac ku ji ber kiryarên dij-mirovî ji gundê Sîbatiyê koç bûn lê teslîm nebûn û rêya berxwedanê hilbijartin,  li gundewarên Til Temirê konek vedan  û têkoşîna xwe ya li hember dagirkeriyê didomînin. DÎMEN HEYE   * Li gundê Biyadir yê  girêdayî navçeya Çelê, aşê avê  155 sale bi saya ked û hilbirîna  jinan heta roja me ya îro hatiye. Jinên ku di aş de dixebitin diyar kirin ku armanca wan ew e ku ew heta sedsalên din aş bidin zindîkirin. DÎMEN HEYE   * Pergala hevserokatiyê ya bi partiyên siyasî dest pê kir di 2014’an de di rêveberiyên herêmî de pêk hat. Jinan bi hevserokatiyê re di siyasetê de bi awayekî çalak cih girtin û gotina xwe bi awayekî xurt gotin.