‘Jin wê li dijî hişmendiya faşîzan a AKP’ê serî nenetewîne’ 2020-05-27 20:15:23   AMED - Meclîsa Jinan a Platforma Ked û Demokrasiyê di derbarê 9 jinên siyasetmendar yên hatine girtin daxuyaniya çapemeniyê dan. Endama MYK’ê ya KESK’ê Gulîstan Atasoya di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Em bêdeng nabin.”   Meclîsa Jinan a Platforma Ked û Demokrasiyê xwestin têkildarî 9 jinên hatine binçavkirin û girtin li Kolana Hunerê ya Semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê daxuyaniyê bide çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê bi sedan polîsên ku li Ofîsê kom bûbûn ve hate astengkirin. Jinên ku bi polîsan re ketin niqaşê li parka xaçerêya Ofîsê daxuyanî da çapemeniyê. Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Jinan dirûşmên ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Zext nikare me çavtirsandî bike’ berz kirin û pankarta ‘Têkoşîna jinê nikare were darizandin’ hilgirtin. Her wiha li ser navê pilatformê Endama Lijneya Rêveberiya Navend (MYK) a KESK’ê Gulîstan Atasyon daxuyaniya çapemeniyê xwend.   ‘Pêkanînên dewletê yên faşîzan û yekperest bûye ji rêzê’   Gulistan Atasoya di daxuyaniyê de wiha got: “Pêkanînên dewletê yên faşîzan û yekperest bûye ji rêzê. AKP’ya ku xwe bi zextê dide jiyandin herî zêde êrîşî jinan dike û her roj hesabê berxwedana jinan dê çawa têk bibe dike. Ev hişmendiya tirsonek herî dawî ser malên endamên Komeleya Jinan a Rosayê û aktîvîstên TJA’yê de girtin û şandin girtîgehê. Dixwazin saziyên jinan bigirin. Dilgeş jî li 781 zarokên ku di girtîgehê de zêde kirin.”   ‘8’ê Adarê jî sûc hesibandine’   Gulîstan da zanîn ku piştavaniya saziyên jinan, têkoşîna wan a li dijî tundî û tacîzê sûc hatiye hesibandin û wiha axivî: “Tevlîbûna 8’ê Adarê jî sûc hesibandine. Kesên ku 8’ê Adarê krîmînalîze dikin bila bizanin ku weke her derê cîhanê, jin dê li ser vê axê jî  8’ê Adarê li qada bin. Hikumeta ku di 8’ê Adarê de êrîşî meşa femînîst kirî û nikarî vîna jina bişkêne niha dixwaze bi vî şiklî bişkêne.Desthilatdarî şûna li dijî tacîz û tecawîzên li jinan, zarokan û xwezayê tên kirin têbikoşe êrîşê jinên li dijî tacîz û tecawîzê têdikoşin û bi taybetî jî êrîşî Tevgera Jinen Kurd dike.”   ‘Em bêdeng nabin'   Gulîstan dest nîşan kir ku AKP  bi awayekî keyfî hiqûqê, qanûnan bin pê dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em wek Meclîsa Jinan a Platforma Ked û Demokrasiyê êrîşa li dijî Komeleya Jinan a Rosayê şermezar dikin. Em piştevaniya xebatên wan dikin û di têkoşîna wan de li rex wan disekinin. Em careke din dibêjin jin bêdeng nabin û îtaat nakin.”   Daxuyanî bi diruşmeyên “Jin jiyan Azadî “û çepikan re bi dawî bu.