Agir bi zeviyên şêniyên Şehbayê ket 2020-05-27 18:16:50   ŞEHBA - Dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê li gundê Til Cîcanê ya Şehbayê agir berdan zeviyan.   Piştî dagirkeriya Efrînê dewleta tirk û hevkarên wê bi hemû rêbazan êrîş û kiryarên xwe li dijî gel bi kar tîne. Îro seatên ber bi nivro ve dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê li gundê Kesarê ya Kantona Şehbayê di bin konrtola dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê de ye agir berdan zeviyan û agir gihîşt gundê Til Cîcanê ya Kantona Şehbayê di bin kontrola Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de ye.   Li gorî welatiyên gundê Til Cîcanê ku ragihandine agir di seatên nîvro de gur bû û hêza agir gund derbas kir û welatî ji bo ku agir vemirînin tiraktorên xwe bi maşîneyên avê amade kirin û ketin tevgerê. Heta niha jî agir dewam dike.