ROJEVA 27’Ê GULANA 2020’AN 2020-05-27 09:00:00   * Parêzera OHD’î Destîna Yildiz diya kir ku li dijî vîrusa korona li girtîgehan hewcedariyên tenduristî, xwarin û paqijiyê jî nayên peydakirin û got di vê pêvajoyê de jî têkiliya wan bi giştî bi derve re hatiye qutkirin û got: “Hîna ku dereng nemane divê girtî bên tahliyekirin.” DÎMEN HEYE   * Gundê Îde ku 30 sal berê ji hêla dewletê ve hatibû valakirin niha careke din ji hêla gundiya ve tê avakirin. Lê gundê ku tê avakirin  ne riya wî û ne jî ceyrana wî heye. Gundiyan bang rayedar kirin ku piştgirî ji wan re bê dayîn.  DÎMEN HEYE   * Li Tirkiyeyê di 27’ê Gulana 1983’an de mafê kurtajê bû qanûn û her çiqas bê rojevê jî ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve bi awayekî fîîlî hat qedexekirin. Di 2012’an de piştî gotinên Tayyîp Erdogan yên weke ‘Her kurtajek Qilabanek e’ şûnde bi hezaran jinî bertek nîşan da û niha li gelek herêman nexweşxaneyên dewletê yên ku kurtajê dikin tune ye.   * Isadora Duncan ya ku got ‘hemû hunermendên rast şoreşger in’ û di serdema jiya de li dijî xizanî, pêşdaraz û tabuyan ji hunerê û xwe tavîz neda. Isadora Duncan xwedawenda reqsa modern e û niha 143 salî ye.   * Gundê Jinwarê li ser bingeha çanda civaka dîrokî  hatiye avakirin û ji Bêrîvana 13 salî re bû helwesta şikandina bêdengiya wê. Bêrîvanê bi dengê xwe yê zelal daxwaz û hestên xwe tîne ziman. DÎMEN HEYE   * Hevseroka Yekîtiya  Rewşenbîran a Bajarê Helebê Leyla Xalid, derbarê  girîngiya yekrêziya partiyên kurdî  de nirxandin kir û wiha got: “Ger em partiyên kurd bibin yek em ê pilanên dijminan vala derbixin. Divê em nakokiyên di navbera xwe de bidin alî û ji bo berjewendiyên kurdan bi giştî tev bigerin. Bi yekrêziyê em ê hebûna xwe mayinde bikin, çarenûsa me di destê me de ye.”  DÎMEN HEYE   * Geliyê Çemê Dojehê yê li Hezexê ye û bi xwezaya xwe her kesî matmayî dihêle, bi germbûna hewayê re bi rengê kesk xemilî. Îsal ji ber vîrûsa koronayê ziyaretvan nikarin biçin serdanê û seyranê bikin.DÎMEN HEYE