Xwendevanên Dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerîn mezûn bûn 2020-05-26 09:44:13   MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) xwendevanên dibistana amadeyî a Şehîd Koçerîn li salona Konferasê a wargehê bi merasîmekê  dibistana xwe qedandin.    Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) xwendevanên dibistana amadeyî a Şehîd Koçerîn li salona Konferasê a wargehê bi merasîmekê dibistana xwe qedandin. Beriya ku bernameya mezûniyetê dest pê bike, ji bo tevahî cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê qada perwerdeyê Bêrîvan Kaya axivî û wiha got: “ Em vê roja pîroz li Xwendekarên xwe pîroz dikin ku kedek pir mezin dan û xwe gihandin vê rojê. Ji bo wan jî serkeftinê dixwazim. Em weke mamoste û xwendekar xwediyê şanseke pir mezin in ku di roja îro de em dikarin bi hezaran xwendekaran bi zimanê dayikê perwerde bikin. Em bawerin ku wê bibin hêviya pêşeroja hemû Kurdistanê.”   Her wiha li ser navê Şaredariya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Elî Ûrek wiha axivî: “ Em di destpêkê de vê kêfxweşiyê li Rêber Apo û gelê wargehê pîroz dikin. Bê guman tu serkeftin bê bedel çênabe. Eger em di roja îro de dikarin bi sedan xwendevanên xwe mezûn bikin ev encama kedeke bi salan e hatiye dayîn. Weke xwendevan jî erk û berpirsiyartiya ku îro tê xwestin gelek mezin e.Em serkeftinê ji bo we dixwazin.”   Di dawiyê de li ser navê Şaredariya wargehê hevserok Bedran Pîranî xelatên xwendevanan da, û xwendevanan bi moralekî mezin dawî li merasîma mezûniyetê anîn.