Jinên ku hatin girtin peyam şandin 2020-05-26 09:31:07   AMED - Rêveber û xebatkarên Komeleya Rosayê li ser medyaya civakî peyama jinên ku hatibûn girtin parve kirin. Di 22'ê Gulanê de, di saetên serê sibehê de navenda wê Amed, operasyona siyasî pêk hat û di nav de endama Komeleya Jinan a Rosayê ya navçeya Karakopru ya Rihayê, Narîn Gezgor, li Amedê jî endama Komeleya Jinan a Rosayê Ayla Akat Ata, Seroka Komelaya Jinan a Rosayê Adalet Kaya, Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Fatma Gultekîn, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulcîhan Şîmşek, Nazîle Tursun û Zelal Bîlgîn, endamên MYK’a HDP’ê Ozlem Gunduz, Hevsroka HDP’a Yenîşehîrê Remziye Sizici, Şîrîn Zeren û Sevîm Coşkun, Dayika Aştiyê Havva Kiran jî tê de gelek aktîvîsên TJA’yê û siyasetmedar hatin binçavkirin. Piştî îfadeya  wan li Emniyeta Amedê  hat girtin, sewqî dadgehê kirin . Ji wan 5 kes bi şertê kotrola edlî hatin berdan û  dadgeha Cezayê Sulhê jî derbarê Endama Meclîsa Dayikên Aşitiyê Havva Kiran de biryara hepsa malê da. Her wiha 12 kesên din jî hatin girtin. Rêveber û xebatkarên Komeleya Rosayê li ser medyaya civakî peyama jinên ku hatin girtin parve kirin. Di peyamê de jinan spasiyên xwe ji hemû saziyên jinan, rêhevalên wan, parezêran û parlamenterên HDP'ê ku heya dawiyê piştgirî dane wan pêşkêş dikin. 'Têkoşîna me dozeke bi heq e' Berdewamiya peyamê wiha ye: " Em dizanin ku tu hêzeke li hemberê têkoşîn û piştgiriya jinan nikare bisekine. Bila bizanibin ku ew çi bikin jî em dev ji gotinên xwe yên; "Kuştina jinan polîtîk e", "Jin aştiyê dixwazin" 'Jin Jiyan e Jiyanê nekuje" bernadin. Ji ber ku em dizanin ku têkoşîna me dozeke bi heq e. Sibêroj wê baş bibe. Me meraq nekin, rewşa me hemûyan jî baş e. Bi hezkirin û piştevanî.."