ROJEVA 26 ’ê GULANA 2020’AN 2020-05-26 09:00:00   *Bi projeyên Desteya Jin, jin bûn xwedî aboriyeke serbixwe. Seroka Desteya Jin Firyaz Berkel, diyar kir ku projeyên ku hatin amadekirin li herêmê bûn modelek nû û tekane û got: "Cureyên projeyan rengekî cuda û balkêş dide civakê û bandora xwe li tevahî civakê dike. Bi projeyan jin dê bibin xwediyê aboriya serbixwe." DÎMEN HEYE   *Endama Meclîsa PYD’ê Sebah Osman, diyar kir ku niha ne tenê li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li tevahiya parçeyên Kurdistanê li hemberî kurdan êrîş pêk tên û got: "Bi siyaseteke rast divê em xwe bighînin hev û berjewendiyên dijminan vala derxin. Parçebûna kurdan dibe sedema serkeftina planên dijmin. Avakirina yekîtiya kurdî parastina nirxê kurd û hemû pêkahateyên herêmê bike." DÎMEN HEYE   *Nûr Mihemed 18 salî ye û astengdare û bi malbata xwe re li gundê Um El-Kêfê ligel êrîş û zehmetiyan têkoşîna jiyanê dide. Dayika Nûr Fatima got: "Di dema topebaranan de dibe ku Nûr ditirse jî lê bi kenê xwe hêz dide me. Hebûna Nûrê hêzê dide me." DÎMEN HEYE   *Jinên li gundê Elemûn ê Qilebanê bi hatina havînê re dest bi komkirina giyayê bi navê bîk kirin. Ji jinan Dîlber Yîgît anî ziman ku ew vî giyayê ji çiya û zozanên herî asê kom dikin. Dîlberê got ku komkirina giya zahmet e lê ew mecburin ji ber ku pê debara xwe dikin. DÎMEN HEYE   *Hevseroka EMO’yê Sorgul Aytek Avşar têkildarê êrişên hikumetê ên li ser rêxistinên pişeyî axivî û wiha got: “Di bin navê qanunan de dixwazin hemu rêxistinan bixin bin deshilatdariya xwe. Lê ew çiqas êriş bikin ji em ê ji xeta xwe paşde gavê  neavêjin. Emê destur nedin polîtîqayên ku yekitiya me qirêj dikin.”   *Jinên Edeneyê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û gotin: "Di pêvajoya vîrûsa koronayê de jî îqtîdar nesekinî û qeyûm dayînî şaredariyên HDP'ê kirin û nexwestin ku şaredarî xizmetê bide gel. Kesên ku bi hilbijartinê nehatin dê bi hilbijartinê biçin." DÎMEN HEYE   *“Kooperatîfa Jinan a Licê” ku ji aliye jinên kedkarên malê yên Licêyî ve hat vekirin, hem ji jinan re qada îstîhdamê vekir û hem jî bû mînaka piştevaniya jinê.  DÎMEN HEYE