Tevgera Jinên Kurd a Rûsyayê girtina jinan şermezar kir 2020-05-25 14:17:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Jinên Kurd a Navnetewî yên li Rûsyayê bi daxuyaniyeke nivîskî girtina siyasetmedar û aktivîstên jin şermezar kir.    Di têkildarê girtina siyasetmedar û aktîvîstên jin de Tevgera Jinên Kurd a Navnetewî yên li Rûsyayê daxuyaniyek da. Di daxuyaniya nivîskî de  girtina siyasetmedar û aktivîstên jin hatin şermezarkirin.    Di daxuyaniya Tevgera Jinên Kurd a Navnetewî yên li Rûsyayê de ev tişt hat gotin: "Hikumeta AKP û MHP’ê rûyê xwe yê faşîst her roj nîşan dide. Ji roja ku ev hikûmet hatiye ser desthilatdariyê li Tirkiyeyê tecawiz, taciz û şîdeta li hemberî jinê her ku çuye zêdetir bûye û her wiha bi hezaran jin jî hatine kuştin. Jinen ku li hemberî vê feraseta tecawizkar têkoşîn dane jî tên girtin.    Jinên ku roj bi roj bi berxwedanê xurt dibin û pêşengiya jiyanê dikin, bûn kabûsên feraseta mêrane ya AKP û MHP’ê. Ji ber ku jiyan bi berxwedana jinan xweşiktir dibe û ev tişt tê wateya dawiya feraseta mêrane ya faşîst. Herî dawiyê endamên Komeleya Jinan a Rosayê û çalakgerên Tevgera Jinên Azad (TJA) yê hatin girtin. Ev êrîş li dijî hemû jinan hatiye kirin.    Em Tevgera Jinên Kurd a Navnetewî yên li Rûsyayê van êrîşên li ser jinan şermezar dikin, dixwazin xebatkarên Komeleya Jinan a Rosayê û çalakgerên TJA’yê werin berdan. Em bang li hemû jinan û rêxistinên jinan dikin ku, li hemberî van êrîşên li ser jinan bila dakevin qadên berxwedanê. “