Rêya M4 ket xizmetê, yekem konvoy ber bi Eyn Îsa ve bi rêket 2020-05-25 12:03:10   Sorgul Şêxo    HESEKÊ - Îro çend malbatê Navçeya Til Temir bi dewriyên Hêzên Rûsiya re ber bi Eyn Îsa ve ketin rê. Hevseroka Meclisa navçeya Til Temirê Dijle Emîn got: "Li gorî soz ên Hêzên Rûsiya û pêkanîna wê, îro rêya M4 kete xizmetê û yekem konvo bi rê ketiye."    Îro bi rê û berpirsiyartiya Hêzên Rûsya yekem konvo ku ji çend malbatên Til Temirê pêk tên ber bi navçeya Eyn Îsa ku li Herêma Firatê dikeve ketin rê û di heman demê de berovajî wê konvoyek ji şêniyên Eyn Îsa ew jî ketin rê û ber bi Til Temirê ve tên. Konvo ji gundê Xêbiş a ku bi 4 km Rojavayî navçeya Til Temirê dikeve, di saet 09:45'an de bi rê ket. Têkildarê vê mijarê Hevseroka Meclisa Navçeya Til Temirê Dijle Emîn axivî.    Dijleyê girîngiya rêya M4 wiha bibîr xist û got: "Rêya M4 yek ji girîngtirîn rêyên di navbera Herêma Cizîrê, Firat û Şehbayê de ye. Ev rê mirov dikare bi lêdana dilê her sê herêman bi nav bike û bibîne. Ji ber êrîşên 9'ê Cotmeha 2019'an de ev rê ketiye bin dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê. Dewleta tirk a dagirker gelek komkujî li ser rê kirin yek ji wan jî qetilkirina Hevrîn Xelef bû. Ev yek ji sûcên ku dewleta tirk li ser rêya M4 e."   'Rêya M4 barê sivîlan sivik dikir'    Dijleyê got ku rêya M4 ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vî rengî bû: "Rêya M4 him ji bo bazirganiyê dihate bikaranîn û him jî ji bo çûyîn û hatina şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Beriya çend rojan di navbera Hêzên Rûsî û Navenda Têkiliyên QSD'ê civîn çêbû. Encama wê civînê jî ew bû ku rêya M4 dîsa têkeve xizmetê. Êdî ji îro û şûnde wê konvoyên sivîlan bi ji saet 09:00 tevî dewriyên Rûsan wê ber bi Eyn Îsa ku li Herêma Firatê dikeve biçin û ji Eyn Îsa de jî bi vî rengî ye."   'Ji ber nebaweriya sivîlan hejmar kêm bû'    Dijleyê derbarê pêkanîna sozên Hêzên Rûsiya û hejmara sivîlên ku amade bûn e de jî ev yek anî ziman: "Roj bi roj li gorî ku Hêzên Rûsî soza xwe di parastina sivîlan de pêk bîne ew ê sivîl jî çûyîn û hatina wan jî zêde bibe. Rûsiya gotiye ku parastina sivîlan û çûyîn û hatina wan ji wan tê xwestin û ew berpirsiyartiya wan radikin. Eger tiştek ji sivîlan jî ji aliyê dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ve hat ew berpirsê wê ne."   Beriya ku hêzên Rûsiya û konvoya sivîlan birê bikeve, Hêzên Rûsya bi dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê re têkilî çêkirin û paşê birê ketin.    Hêjayî bibîrxistinê ku di saet 13:00'an de konvoya ku ji Eyn Îsa birêketiye wê bighêje Til Temirê